Eynî mîna guherîn û pîrbûna însan, ev alema ku însan lê bi cih bûye jî gerok e. Ew diçe yeke din tê şûnê. Hertim bi awayên cihê cihê diguhere, her roj alemeke din deriyê xwe vedike.
Îcar heçî îman e, hem mîna nûra jiyana her ferdê wî kesî ye, hem jî roniya alemê ye.
لاَ اِلاَهَ اِلاَّ اللَّهُ
jî mifteyeke wê roniyê vedike.
Ji xeynî vê jî madem nefs, hewa, wehm û şeytan bandûrê li însan dikin, gelek caran ji bo ku îmana wî zeîf bikin, ji xefleta wî îstîfade dikin û bi hîlekarî, şubhe û wesweseyan nura îmanê di wî de vedimirînin. Hingê tiştên muxalifî zahirê şerîetê, hetta li gor hinek îmaman gotin û kirinên di dereceya kufrê de jî ji wan kêm nabin.
Loma jî her wext, her saet û her roj pêdivî bi nûkirina îmanê heye.
(Mektubat: 444-445)
***
Wezîfeya Nûkirinê
Bi armanca rastkirina husn-u zenna zêde ya melayekî girîng hatiye nivîsîn, belkî feydeyeke wê ji we re jî hebe, ji we re hate şiyandin.
بِاسْمِهِ وَاِنْ مِنْ شَيْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
اَلسَّلاَمُ عَلَيْكُمْ وَرَحْمَةُ اللَّهِ وَبَرَكاَتُهُ بِعَدَدِ عاَشِراَتِ دَقاَئِقِ شَهْرِ رَمَضاَنَ