Ji ber vê jî lêkolîner û alimên Îslamê bi yekdengî gotine: „Di nav hemî ilm û zanînan de û di nav temamê çêyiyên mirovan de tişta herî mezin îman e û ew marîfeta qudsî ye ku bi belge û delîlan ji îmana tehqîqî çêdibe.“
Îmana Tehqîqî û Îmana Teqlîdî
Belê, îmana teqlîdî li hember şubheyan zû têk diçe. Di îmana tehqîqî de ku ji wê pir firehtir û bi hêztir e, gelek mertebe hene. Yek ji wan mertebeyan ilmelyeqîn e bi hêza delîlên xwe, li hember hezarên şubheyan jî disekine, têk naçe. Lê heçî îmana teqlîdî ye, carna li hember şubheyan têk diçe.
Hem jî mertebeyeke îmana tehqîqî ‘eynelyeqîn e ku gelek mertebeyên wê jî hene; bi qasî navên Xwedê dereceyên eşkerebûna wê hene. Ev îman digihe derceyeke wisa ku dikare kaînatê mîna Qur’anê bixwîne.
Mertebeyeke din ya îmanê jî heqqelyeqîn e û gelek mertebeyên wê bi xwe jî hene. Kesên ku bi dereceya heqqelyeqîn bawer dikin, çendî tûşî êrîşa leşkerên şubhe û gumanan bibin jî, tu zirarê nabînin. Alimên ilmê kelamê bi hezaran cildê kîtabên aqlî û mentiqî derbarê îmanê de nivîsîne û rêya naskirina îmanê bi delîlên aqlî û eşkere nîşan dane.
Ji xeynî vê jî ehlê heqîqet û rastiyê bi sedan kîtabên ku xwe dispêrin keşf û zewqê nivîsîne ku naskirina îmanê ji aliyekî din ve radixin ber çavan. Lê rêya mezin ya mu‘cîzekar ya Qur’anê, bi awayekî ji ya wan alim û weliyan pir balatir û bi hêztir rastiyên îmanê û naskirina tiştên pîroz diyar kirine.
Ha ji xwe Rîsaleyên Nûr jî, bi awayekî berfireh vê rêya kamranî û pêşveçûna xwenasînê şîrove dike. Rîsaleyên Nûr li hember wan êrîşên xirab û mezin -ku ev hezar sal in, li dijî Qur’an, Îslamiyet û însaniyetê çêdibin- bi navê Qur’an û îmanê disekine û wan diparêze. Helbet pêdiviya Rîsaleyên Nûr bi alîkariyê heye da ku bikaribe li hember wan dijminên bêjimar bisekine û bi nûra Qur’anê ji parastina baweriya ehlê îmanê re bibe wesîle.