Rastdêrana wan xwe disipêre delîlan û bi terzê Qur’anî ne, bi yekbûna dil û aqil, bi hêzeke di dereceya heqqelyeqîn de, pir eşkere û zerûrî ye. Hemû şagirtên Rîsaleyên Nûr yên rast dibînin ku ev rêya duduyan hîm û bingeh e ji Rîsaleyên Nûr re, rûh û cewhera wê ye. Kesên din jî eger bi însaf binêrin, wê bibînin ku Rîsaleyên Nûr nîşan dide ku rêyên li dijî rastiyên îmanê nemumkin û muhal in.
(Kastamonu Lahikas›: 18)
***
Belê birayên hêja, ne hewceyî veşartinê ye. Ew zendîq, Rîsaleyên Nûr û şagirtên wê li terîqetê, bi taybetî jî li terîqeta Neqşî qiyas dikin û bi wan planên ku ehlê terîqetê pê mexlûb kirin, êrîşî me kirin. Dixwazin bi wê fikrê me ji holê rabikin.
Yek jê: Tirsandin û nîşandana xirabbikaranîna pîşeyê terîqetê ye.
Ya Duduyan: Belavkirina qusûrên ruknê wî pîşeyî û bingehên wî ye.
Ya Sisêyan: Dixwazin bi felsefeya materyalîstan, bi wê sefaheta cazîbedar û wê jehra tamxweş ku mirov dike xew, yekîtiya nava şagirtan xira bikin; seydayê wan bi îxanetê lekedar bikin û pîşeyê şagirtên Rîsaleyên Nûr bi hinek destûrên zanist û felsefê di çavên wan de sar bikin. Bi sîleha ku pê êrîşî Neqşebendiyan û ehlê terîqetê dikirin, êrîşî me jî kirin, lê xapiyan. Çimkî: Karê Rîsaleyên Nûr û bingeha wê îxlasa tam e, terka enaniyetê ye; di zor û zehmetiyan de lêgerîn û hiskirina rehmetê û lezzetên baqî ye. Armanca wê ew e ku di van lezzetên sefîh û fanî de êş û eleman nîşan bide û îsbat bike ku îman hê li vê dinyayê navenda lezzet û xweşiyên bêdawî ye.
Dîsa ji ber ku armanca Rîsaleyên Nûr dersdayina mijar û rastiyên wisa ye ku destê tu felsefeyê nagihiyê, bi izna Xwedê wê planên wan li boşê derbixe, wan bide hişkirin û nîşan bide ku xebata Rîsaleyên Nûr bi ya terîqetan re nayê qiyaskirin.
(Şualar: 369-370)
***