BEŞA SÊYEM
Rîsaleyên Nûr
1. Rîsaleyên Nûr çi ye?
Ew xizmetkarên bala ku ji dîn re xizmetê dikin û di hedîsê de jî mizgîniya wan hatiye dayin ku yê di serê her sadsalî de werin, tiştên nû di dîn de çênakin, ew jî didin pey emrê dîn. Ew bi temamî didin pey bingehên dîn û sunneta Pêxember. Bi vî rengî dîn bi hêz dikin, rastî û esaleta dîn derdixin holê, wan destdirêjî û şaşiyên ku hinek dixwazin bixin nav dîn ji holê radikin, fermanên Perwerdegarê mezin bi cih tînin, şeref û rûmeta hukmên îlahî eşkere û îlan dikin. Lêbelê bêyî ku tewrên esasî biguherînin û rûhê eslî rencîde bikin; bi awayên şîrovekirinên nû û li gorî têgihiştina mirovan, bi uslûbên nû yên îqnakirinê û bi ravekirinên zelal û berfireh vê wezîfeyê bi cih tînin.
Kirinên van fermanberên xwedayî şahid û nîşanên rastiya wan in. Ew bi temamî ayînedariya îman û îxlasa wan dikin, mertebeya îmana xwe bi kirinên xwe diyar dikin. Nîşan didin ku li gorî exlaqê muhemmedî tevdigerin û kirasê muhemmedî li xwe kirine ku şêweyê muhemmedî nîşan dide.
Bi kurtayî: Ji aliyê amel û exlaq ve û ji aliyê lipeyçûna sunneta nebewî ve, ew fermanberên xwedayî nîşan didin ku ji ummeta Muhemmed (e.s.w.) re numûneyên pir delal yên lipeyçûnê ne.
Ew berhemên ku van zatan derbarê kîtaba Xwedê de nivîsîne û ew şîroveyên hukmên dînî ku bi awayekî nû û li gorî têgihiştina zeman û mertebeya zanînê kirine, ne ku ji ber xwe gotine û ne jî berê zêhn û îrfana wan in. Ew yekser telqîn û îlhamên manewî yên çavkaniya wehyê; zatê pakê Pêxember (e.s.w.) in. Berhemên weke Celcelutiye, Mesnewiya Şerîf, û Futûhu’l-Xeyb ji vî cûreyî ne.