Weke sultanekî, temamê duayên kaînatê bike nav duayên xwe û mîna evdekî giştî û wekîlekî umûmî bibêje
اِيّاَكَ نَسْتَعيِنُ
û bibe numûneyeke bedew ya kaînatê.
(Sözler: 385)
***
Armanca mirovahiyê û wezîfeya wê, ew e ku mirov exlaqê xwedayî bi dest bixe, bi taybetmendiyên çê xwe bixemilîne û digel wan jî nekarîn û zeîfiya xwe bizanibe, xwe bispêre hêz û qudreta Xwedê, xizaniya xwe bibîne û bi rehmeta îlahî bawer bike, li pêdiviyên xwe binêre û ji zengîniya Xwedê alîkariyê bixwaze, qusûrên xwe bibîne û ji bexşandina Yezdan îstixfar bike, kêmasiyên xwe bibîne û ji kemala îlahî re bibe tesbîhxwên. Di vî warî de bi vî awayî hatiye hukimkirin.
(Sözler: 676)
***
Çawa ku leşkerek li ser navê qumandarekî tevdigere, divê wezîfe jî tenê ji bo Ellah Teala bête kirin, divê mirov tenê ji bo riza Xwedê bide û bistîne, bi izna wî û di çarçeveya qanûna wî de tevbigere, aramiyê bibîne. Eger mirov qusûrek kir jî, divê mirov berê xwe bide Xwedê û weha îstixfara xwe bike:
“Ya Rebbî, qusûrên me efû bike! Me ji xwe re evd qebûl bike! Heta ku tu emanetê xwe ji me bistînî, me ji emanetê xwe re sadiq bihêle! Amîn!”
(Sözler: 39)
***