Yezîd: (645-638) Navê wî Yezîd b. Muawiye b. Ebî Sufyan e. Hukumdarê duyem yê Emewiyan e. Ji ber ku serhildana di bin rêberiya Hz. Huseyn de bi kuştin û xwînê çewisand û Hz. Huseyn jî li Kerbelayê şehîd kir, di nav mislimanan de weke sembola zilmê tê nîşandan.
Yûsuf (e.): Hz. Yûsuf yek ji pêxemberên Benî-Îsraîl e, kurê Yaqûb Pêxember e. Li Filistînê hatiye dinyayê û li Misrê wefat kiriye. Bûyera balkêş ku hatiye serê Yûsuf Pêxember, di Qur’ana Pîroz, di Sûretê Yûsuf de hatiye gotin.
Zeynelabidîn: Navê wî yê rastî Ebû Muhemmed Elî b. Huseyn e, di sala 656an de li Medînê hatiye dinyayê. Zeynelabidîn di nav 12 îmaman de yê çaran e û kurê Hz. Huseyn e. Piştî ku bavê wî û temamê xizmên wî di bûyera Kerbelayê de hatin kuştin, ew jî êsîr ket û bi êsîrtî ew birin Şamê. Piştî demekê serbest hate berdan û zivirî çû Medînê û li wir, li Mizgevta Nebewî ders dan. Di dema xelîfeyê Emewî Hîşam b. Ebdulmelik de bi jehrdayinê hate kuştin.
Zînnureyn: Binêre: Osman (r.e.).
Zubeyr (Gündüzalp): Di sala 1920an de li Ermeneka qezaya Qonyayê hatiye dinyayê. Bavê wî Mehmed, dêya wî jî Seyyide Xanim e. Bi eslê xwe ji Kafkasyayê ye. Zubeyr Gündüzalp şagirtekî fedakar yê Bedîuzzeman bû û bi şev û roj ji bo xilaskirina îmana mirovan xebitiye. Di 2ê Nîsana sala 1971ê de wefat kiriye û li Goristana Eyûbê hatiye definkirin.
Zubeyr b. Ewwam (r.e.): (586-656) Zubeyr b. Ewwam b. Xuweylid b. Esed. Ji mislimanên pêşîn e û yek ji deh sehabiyên ku bi Bihiştê hatine mizgînkirin e. Zubeyr b. Ewam yek ji wan mislimanên pêşîn bû ku di rêya Xwedê de şûr hejandin. Beşdarî gelek herban bûye û di bûyera Cemelê de şehîd bûye.