Lê di encama hesabên navneteweyî yên mîna rakirina xîlafetê û bidestxistina petrola Mûsul û Kerkûkê de, Fransiz û Îngilîzan alîkarî dane dewletê û bi wê alîkariyê serhildana Şêx Seîd bi kuştin û xwînrijandinê hate rawestandin. Şêx Seîd û hevalên xwe li Mehkemeya Îstîqlalê ya Diyarbekirê bi lez hatine darizandin û îdamkirin.
Seyyid Nûr Muhemmed: Seyyid Nûr Muhemmed kurê Seyyid Sîbxetullah e. Seyyid Sîbxetullah jî yek ji şêxên Hîzanê ye û weke “Xews” tê naskirin.
Seyyid Salih (Özcan): Di sala 1929an de li Akçakaleya qezaya Rihayê hatiye dinyayê. Gelek caran li alema Îslamê geriyaye. Di sala 1949an de Bedîuzzeman li Emîrdaxê ziyaret kiriye. Paşî kovarek bi navê Hîlal weşandiye û rêvebiriya Weşanên Hîlal (Hilal Yayınları) kiriye. Seyyid Salih Ozcan ji bo belavkirina Rîsaleyên Nûr li alema Îslamê kedeke mezin daye. Di sala 1977an de ketiye nav siyasetê; di Partiya Millî Selametê de bûye parlamenterê Rihayê. Seyyid Salih Ozcan yek ji damezrênerê saziya taybetî ya fînansê Faisal Finans e ku li Tirkiyê yekemîn saziya taybetî ya fînansê ye.
Seyyid Şerîf Curcanî: Navê wî yê tam, Ebu’l-Hesen Elî b. Muhemmed b. Elî es-Seyyid eş-Şerîf el-Curcanî ye. Curcanî, alimekî zimanê erebî, kelam û fiqhê ye. Ji ber ku bi bavê sisêyan digihe Muhemmed b. Zeydê ku ji nesla Pêxember bû û yek ji îmamê Zeydiyên Deylemê bû, jê re “Seyyid Şerîf” hatiye gotin. Curcanî, digel ilmên kelam, ziman û edebiyata erebî; di warê zanistên dînî û eqlî, yên mîna; felsefe, mentiq, astronomî, metametîk, dîroka mezheban, fiqih, hedîs, tefsîr û tesewwufê de jî telîf, şerh û haşiye nivîsîne, jê re ‘ellame (yê ku pir alim e) hatiye gotin. Curcanî ji sedsala 15an pê ve, di dîroka fikrî ya Îslamê de cihekî girîng girtiye.
Shakespeare: (1565-1616) William Shakespeare. Şair û nivîskarê lîstikan yê Îngilîzan e. Armanca tîyatroyê weha tarîf kiriye: “Nîşandana xwezayê di neynikê de.” Shakespeare her cûre hest û nakokiyên xwezaya mirovan, bi peyv û îmgeyên ku di hişê mirovan de cih bikin nîşan dane, loma jî yek ji mezintirîn nivîskarên lîstikan yê dinyayê ye. Berhema wî ya herî navdar Romeo û Juliet e, ku li gelek zimanên dinê wergeriyaye.
Siddîq (r.e.): Binêre: Ebûbekirê Siddîq.