Kitaplar
Rêbera Xizmetê

Exemanişî: Şaxekî maqûlên qebîleya Pasargada ne. Navê xwe ji pêşiyê xwe yê efsaneyî Exemaniş standine. Keyxusrewê Mezin ku yek ji neviyên Exemaniş tê hesabê, di salên 550 yên Berî Mîladê de serweriyeke bi navê sulalê ava kir. Vê sulalê deh qebîleyên îranî anîn cem hev û bi alîkariya wan hukumdarê Medan Astrages têk bir. Paşî jî li welatên kevn yên rojava serweriya xwe dewam kir. Ji nîvê sedsala 6an heta bi dawiya sedsala 4an hêdî hêdî yekîtî pêkanî. Keyxusrew di sala 546an de Asyaya Piçûk û di sala 530î de jî Qiraliya Babîlê sitandin. Kambyses di sala 525 Misir îşxal kir. Îraniyên ku di şerê navxweyî yê Yûnanistanê de bandûra wan hebû, nekarîn li ber Îskenderê Mezin bisekinin û têk çûn. Hukumdarê dawîn yê ji sulaleya wan Darayê Duyem di sala 331ê de, li Arbela’yê têkçûye. Salekê piştî vê bûyerê Darayê Duyem ji aliyê terefdarên xwe ve hatiye kuştin.

Farûqê E‘zem: Binêre: Umer (r.e.).

Fena fî’l-Îxwan: Ango, “tunebûna di birayan de.” Dema ku hinek mirov di xizmetekê de bi hev re bixebitin, arzûyên xwe yên nefsanî ji bîr bikin û fikren bi hest û taybetmendiyên birayên xwe bijîn, jê re “fena fî’l-îxwan” tê gotin. Bi gotineke din; mirovên ku di doza Îslamê de ji bo eynî armancê dixebitin, vê ayeta Qur’anê “Çendî ku îhtiyaciya wan hebe jî, ew birayên xwe tercîhî xwe dikin” ji xwe re dikin destûr û ji xwe pirtir li birayên xwe difikirin, sifet û taybetmendiyên wan mîna yê xwe dihesibînin. Ji vê tevgerê re “fena fî’l-îxwan” tê gotin. Bedîuzzeman di şûna destûra tesewwufê “fena fî’ş-şeyx” de “fena fî’l-îxwan” xistiye nav şagirtên Rîsaleyên Nûr û xebitiye ku mînakeke rind ya biratî û piştgiriyê nîşan bide. Binêre: Lem’alar: Lem‘eya 21.

Fena fî’r-Resûl: Fanîbûna mirîd di hezkirina Pêxember (e.s.w.) de. Di terîqetê de mirîdê ku dest bi terbiyeya rûhî dike, ewqas bi eşq û şewq ji Pêxember (e.s.w.) hez dike, dilê xwe jê re vedike û berê temamê hestên xwe didiyê, êdî mîna ku hertim li huzûra wî be wisa tevdigere. Ji vî meqamî re “Fena fî’r-Resûl” tê gotin ku ev meqam li ber meqamê “fena fîllah” e. Mirîdê ku di seyr û sulûkê de digihe meqamê f”ena fillah”, êdî ji hemî tiştên nefsanî û hestên xirab dûr dibe û di Xwedê de fanî dibe. Ango di her tiştê xwe de li ser hesabê Wî û li gorî riza wî dijî.

Fena fî’ş-şeyx. Fanîbûna mirîd di şêx de. Mirîdekî ku li pey şêxekî diçe, tenê dema ku bê qeyd û şert bibe peyrewê wî, dikare bigihe heqîqetê. Mirîd vîn û arzûyên xwe tune dike û di şûna wan de bi vîn û arzûyên şêxê xwe dest bi seyr û sulûkê dike. Ev mertebeya fena fî’ş-şeyx destpêka fena fî’r-Resûl e, dawiyê jî fena fîllah tê.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582
Fihrist
Lügat