Kesayet û Têgehên di Kitêbê de
‘Emr b. As (r.e.): (wefat: 664) Sehabiyekî meşhûr e, weke rêvebirê dewletê tê zanîn û fatihê Misrê ye. Emr b. As pir cesûr û zekî bû, xetîbekî çê, şair û rêvebirekî jêhatî bû. Di bûyera Siffînê de hakimê Muawiye bûye û roleke mezin lîstiye.
‘Ezîmeta şer‘iye: Di ferhengê de tê maneya ku “mirov bi temamî xwe bide karekî.” Di fiqha Îslamê de tê maneya “hukmê eslî ku di halê normal de ji bo herkesî ye; têkiliya wî bi zehmetî, zerûret û îhtiyacê tune, ango ne mazeret in.” Bi giştî; nimêj, rojî û îbadetên din ku Xwedê li ser evdên xwe ferz kirine, hemî hukmên ezîmetê ne; ezîmeta şer‘iye ne.
Adem (e.): Însan û pêxemberê pêşîn e. Ji ber ku bavê mirovahiyê ye, jê re “ebu’l-beşer” ango bavê mirovan tê gotin. Gelo peyva “Adem” ji kîjan kokê tê û ji kîjan zimanî ye, tam ne diyar e, bi nîqaş e. Afirandina Adem di Tewrat û Qur’anê de hatiye gotin. Li gorî agahiyên ku Qur’an, hedîsên sehîh û çavkaniyên din yên Îslamî ku xwe disipêrin herduyan didin, Hz. Adem ji axê hatiye afirandin.
Afirandina Qur’anê: Mijareke derbarê Qur’anê de ye, gelo Qur’an hatiye afirandin yan na. Mu‘teziliyan îddîa kirine ku Qur’an hatiye afirandin. Li hemer vê teza wan, mirovên mîna Ehmed b. Henbel û alimên sunnî derketine û gotine; “Qur’an gotina Xwedê ye, ne mexlûq e.” Li gorî ramana yekdeng ya Ehlê Sunnetê, Qur’an gotina Xwedê ye û ne mexlûq e, ango nehatiye afirandin.
Aîşeya Siddîqe (r.e.): (614-678) Dayika Mu’minan Aîşe b. Ebûbekir, jina Pêxember e. Beşdarî Herba Uhudê û ya Xendeqê bûye. Di Xezweya Benî-Muste‘liqîyan de îftîra lê hatiye kirin. Paşî ayeta Qur’anê derbarê wê de nazil bûye, bêgunehî û masûmbûna wê diyar kiriye. Hz. Pêxember rojên dawî yên jiyana xwe li cem wê derbas kirine, li cem wê wefat kiriye û li wir jî hatiye definkirin.
Alê Beytê: Binêre: Ehlê Beyta Pêxember.