بِسْمِ اللهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
يَا اَللهُ يَا رَحْمٰنُ يَا رَحِيمُ يَا فَرْدُ يَا حَىُّ يَا قَيُّومُ يَا حَكَمُ يَا عَدْلُ يَا قُدُّوسُ
Bi heqqê navê herî mezin, bi hurmeta Qur’ana Mu‘cizul’l-Beyan û bi şerefa Resûlê Ekrem eleyhisselatu wesselam, yên ku vê kîtabê çap dikin û belav dikin, alîkarên wan û şagirtên Rîsaleyên Nûr bike Cennetu’l-Firdewsê û bextewariya ebedî bide wan! Amîn... Wan di xizmeta Îman û Qur’anê de serkeftî bike! Amîn... Ji bo her herfeke vê berhemê, hezar xêrî di deftera amelê wan de bide nivîsandin! Amîn... Di belavkirina Rîsaleyên Nûr de sebat, dewam û îxlasê ji wan re bike nesîb! Amîn...
Ya Erhemerrahimîn!... Temamê şagirtên Rîsaleyên Nûr di herdu dinyayan de jî bextewar bike! Amîn... Wan ji şerê şeytanên insî û cinnî biparêze! Amîn... Û qusûrên Seîdê nekar û bêçare jî bibexşîne! Amîn...
Li ser navê temamê Şagirtên Rîsaleyên Nûr
Seîd Nûrsî
***