Lê bi şertê ku ne li dijî îtaeta Xwedê û Pêxemberê wî be, mirov dikare li gorî “evdîtiya fermanê” tevbigere. Di vê meselê de, qanûnên çanda Îslamê emir dikin ku mirov şefqetê li nexweşan bike û wan neêşîne, ji extiyaran re hurmet bike û wan piçûk nebîne, rehmê li belengazan bike û wan aciz neke. Lê digel vê jî hûn radibin li mirovekî munzewî ku dev ji dinyayê berdaye, teklîfa serpûşa keşeyên biyaniyan dikin. Loma jî ev ne ji deh aliyan ve belkî ji sed aliyî ve li dijî qanûnê ye, bêqanûniyeke li hember qanûnên çanda Îslamê ye. Ev li ser hesabê emrekî keyfî ye û binpêkirina wan qanûnên pîroz e.
(Kastamonu Lahikası: 55)
***