B: ÎBADET
1. Îbadet çi ye?
Maneya îbadet ew e ku mirov li dergahê îlahî evdîtiya xwe, kêmasiyên xwe, nekarî û muhtacbûna xwe bibîne; li pêşberî wê rehmeta îlahî, wê perwerdegariya bêqusûr û wê qudreta ku ne muhtacê tu kesî ye; bi heyretmayin û bi eşq û şewq here secdê. Yanî çawa ku serweriya perwerdegariyê îbadet û lipeyçûnê dixwaze, pîrozbûna perwerdegariyê jî pakbûnê dixwaze; dixwaze ku evd bi tesbîhên Subhanellah qusûrên xwe bibîne, îstixfara xwe bike, Xwedayê xwe ji fikrên ehlê jirêketinê û hemî kêmasiyên kaînatê bêrî bike, wî ji temamê kêmasiyan munezzeh bike, pak û pîroz bidêrîne.
Hem qudreta tam ya perwerdegariyê jî dixwaze ku evd hem zeîfiya xwe hem jî ya hevcinsên xwe bibîne û li pêşberî wan berhemên mezin yên wê hêza ku ne muhtacê tu kesî ye, bi ecibandin û ecêbmayin bibêje Ellahu ekber û xwe nizm bike, here rukû‘ê; xwe bavêje deriyê Xwedê û bi Wî tewekkul bike.
Ferzkirina Nimêjê ji Aliyê Xwedê ve
Hem jî xizîneya bêdawî ya rehmeta perwerdegariyê jî dixwaze ku evd hemî pêdiviyên xwe û temamê ihtiyacên mexlûqan bi xwestinê û bi zimanê dua diyar bike û li ber qencî û nîmetên Xwedayê xwe, hemd û şukrê wî bi gotina Elhemdulillah îlan bike. Naxwe tevger û gotinên nimêjê van maneyan di xwe de digirin û ji bo van tiştan ji aliyê Xwedê ve hatine danîn.
(Sözler: 53)
***