Ya Çaran: Gelo îdamkirina masûmekî, yan bexşandina deh caniyan bi zirartir e?
Ya Pêncan: Jixwe zextên maddî nikarin ehlê meslek û fikir têk bibin, lê ma gelo hê pirtir nîfaq û tefrîqeyê çênakin?
Ya Şeşan: Yekîtiya millet ku jêdera jiyana me ye, eger ne bi rakirina îmtiyazan be, gelo wê çawa pêk were?
Ya Heftan: Ku mirov qanûnê tenê li hinekên ku wekheviyê xira dikin tetbîq bike zahiren edalet e; lê ji aliyê din ve ma bi vê newekheviyê zilm û dijmintî çênabe qey? Hem jî ji girtiyên ku bêrîbûn û berdana wan hatibûn, ji sedî heştê û pêncên wan bêsûc in. Eger ji hêla piraniyê ve ev rewş maqûl bête dîtin, ma wê dijminî û fikra tolhildanê çênebin? Ez tiştekî ji Dîwana Herbê re nabêjim, yên ku îxbar kirine bila bifikirin.
Ya Heştan: Eger partiyek îmtiyazekê bide xwe û bi zorê li deverên herî hessas yên esebiyetê yên herkesî bixe heta ku bi zorê wan weke muxalifê meşrûtiyetê nîşan bide... Li ser vê yekê eger herkes têkilî wan kesên ku li ser navê meşrûtiyetê zordestiya heqîqî dikin bûbe, hingê qebehet ya kê ye gelo?
Ya Nehan: Gelo eger bexçevan deriyekî bexçe vebike û wî bexçeyî ji herkesî re helal bidêre; paşî jî ku zayîat di wî bexçeyî de bibe; qebehet ya kê ye?
Ya Dehan: Eger azadiya îfadekirin û ramanê bête dayin û paşî jî kesên ku ramana xwe diyar kirine bêne sûcdarkirin; ma ev nabe pîlana şewitandina millet? Eger ne weha be, ma wê neyê xeyala mirov ku yê ev pîlan bi hêncetên din bête tetbîqkirin?
Ya Yazdehan: Herkes bi serê meşrûtiyetê sond dixwe. Lê eger mirovek li dijî naveroka meşrûtiyetê be, yan jî dengê xwe li muxalifên wê neke; ma ne lazim e ku keffareta sonda xwe bide? Ma [dema ku millet wê weke azadiyê bizanibe, lê wisa dernekeve] hingê millet nabe derewîn? Ma hingê wê raya giştî ya masûm; derewkar û seqet û mîna zarokekî ku nizane qenciyê ji xirabiyê ferq bike, neyê hesibandin?
(İçtimaî Dersler, İki Mekteb-i Musibetin Şehadetnamesi: 171-174)
***