Îcar hûn bi kîjan cesaretê xeyal dikin ku ew qesra nûranî mîna konekî şînê yê reş e? Hûn bi kîjan cesaretê difikirin ew qesr tenê xasê bi hinek feqîr û bedewiyan ve ye?
Belê, herkes peyrewê şiklê di neynika xwe de ye. Naxwe neynika we ya derewîn û reş wisa nîşanî we dide.
(İçtimaî Dersler, Münazarat: 115-119)
***
Pirs: Çima heta ku mumkin be, tu derbarê Jontirkan û hukûmetê de husn-u zennê dikî?
Bersiv: Ji ber ku heta ji we tê hûn sû-u zennê dikin, ez jî husn-u zennê dikin. Eger baş bin, jixwe baş e, eger ne baş jî bin, ezê husn-u zennê bikim da ku baş bibin; ez rê nîşanî wan didim.
(İçtimaî Dersler, Münazarat: 146)
***
Pirs: Çima tu derbarê husn-u zenna me de sû-u zennê dikî? Padîşahê berê nekarî berê te ji rastiyê bizivirîne. Jontirkan jî nekarîn te bi xwe ve girêbidin û durûtiyê bi te bidin kirin. Lewra tu hebis kirin û yê tu darda jî bikirana, lê dîsa jî te tenezzulî xwe nekir û li pey wan neçûyî, merdane derketî. Hem jî yê meaşê mezin bidana te, te qebûl nekir. Naxwe tu ne ji bo terefdariya wan dibêjî, tu terefdarê heqiyê yî, ne wisa?
Bersiv: Belê, yê ku heqiyê nas bike, wê nade xatirê tu tiştî. Lewra xatirê heqiyê bala ye, divê ji tu xatirî re neyê fedakirin. Lê ez vê husn-u zenna we qebûl nakim. Lewra hûn dikarin derbarê mufsid û hîlekarekî de jî husn-u zennê bikin. Li delîl û encamê binêrin.
(İçtimaî Dersler, Münazarat: 97-98)
***
Gelî xelkê ewam! Niha bi xatirê we... Hûn bisekinin, dozeke min heye ku divê ez bi xewasan re li ser biaxivim. Li hember hukûmetê, maqûlan û Îttihad-Tereqqiyê meseleyeke min ya girîng heye:
Gelî xewasan! Em ewam û ehlê medresê mafê xwe ji we dixwazin.