Wê evînê kiriye ku we xwe ji evqas xweşikiyên ronak yên şaristaniyê dûr kiriye. Lê gelî koçeran! Tişta bi we re ye, nîvê azadiyê ye. Nîvê din jî ew e ku hûn zirarê nedin kesên din. Hem jî ew azadiya ku mirov bi tenê ye û nanoziko jiyana xwe didomîne, li ba heywanên li van çiyayan cîranên we jî heye. Rastî ev e; eger lezzet û teselliyeke van heywanên bêçare ku bi tenê dijîn hebe, ew jî azadiya wan e. Lê tişta ku mîna rojê ronak e, evîna her rûhî ye û hemkûfa cewhera mirovahiyê ye ew azadî ye ku li qesra bextewariya şaristanê rûniştiye û bi cil û bergên perwerde û fezîletê xemilî ye.
Pirs: Tu çi dibêjî? Derbarê vê azadiya ku tu pesnê wê didî de weha hatiye gotin:
حُرِّيَّةٌ حَرِيَّةٌ بِالنَّارِ لِاَنَّهَا تَحْتَصُّ بِالْكُفَّارِ
Bersiv: Wî şairê reben zenn kiriye ku azadî mezhebê îbahe ye ku her tiştî helal didêre. Haşa! Min gelek mirov dîtine ku ji terefdarên azadiyê pirtir êrîşî Sultan Hemîd* dikirin, digotin: “Ji ber ku berî sî salî azadî û qanûna esasî qebûl kirin, nebaş e.” Îcar heyran! Ma çi qîmeta wî mirovî heye ku zordestiya Hemîd axa weke azadiyê dibîne û ji qanûna esasî ku tenê navê wê hebû ditirse? Kesên ku weha dibêjin xirab in. Hem jî fedaiyekî Îslamê yê bîst salan weha gotiye:
حُرِّيَّةٌ عَطِيَّةُ الرَّحْمٰنِ إِذْ إِنَّهَا خَاصِيَةُ الْاِيمَانِ
Pirs: Çawa azadî taybetmendiya îmanê ye?
Bersiv: Lewra kesê ku bi peywendiya îmanê di emrê Serwerê Kaînatê (c.c.) de ye, dilaweriya îmana wî qebûl nake ku ew xwe li ber xelkê xwar bike, bikeve bin zordestî û rêvebiriya wan. Eynî bi vî terzî şefqeta îmanê jî nahêle ku mirov dest bavêje azadiya kesên din û mafê wan bixwe. Belê, xizmetkarekî rast yê padîşahekî li xwe nanihe ku bikeve bin nîrê şivanekî,