Loma jî ev cûre tewekkula we serhildan e li hember vîna Xwedê ku rêkûpêkbûna kaînatê diparêze. Ev tewekkul tavilê li xwe dizivire û xwe derewîn derdixe.
Pirs: Em niha qenciyê jî dibînin, xirabiyê jî dibînin. Kîjan ya meşrûtiyetê ye û kîjan ne ya wê ye?
Bersiv: Çiqas qencî hebin, ji ronahiya meşrûtiyetê çêbûne. Çiqas xirabî jî hebin; yan ji tarîtiya zordestiyê çêdibin, yan jî ji zilma zordestiyeke ku li ser navê meşrûtiyetê tê kirin çêdibin. Ew xirabî ji ber [zordestiya berê] maye. Piştî ku taziyeya [bavê xwe kir, yê ew jî] xatir bixwaze û li pey bavê xwe here. Lê hûn bawer bikin ku yê ronahî bi ser bikeve.
(İçtimaî Dersler, Münazarat: 82-87)
***
Madem rastî ev e, em jî bi temamê hêza xwe dibêjin:
“Ey bedbextên ku dînê xwe firotine, dane bi dinyayê û ketine kufra mutleq! Çi ji destê we tê bikin! Dinyaya we serê we bixwe û yê bixwe jî! Bila serê me jî fedayê wê heqîqeta pîroz be ku sed milyon serên qehreman xwe jê re feda kirine. Em ji hemî ceza û îdamên we re amade ne! Di vê rewşa han de, derveyî hebsê bi sed dereceyî ji nava wê xirabtir e. Ji ber ku tu azadî -ne azadiya ilm, ne azadiya wijdanê û ne jî azadiya dîn- li hember vê zordestiya mutleq ya li ser me dernakeve; ji ehlê namûs û diyanetê re, ji terefdarên azadiyê re tenê du rê dimînin; yan mirin yan jî hebisbûn! Em jî dibêjin
اِنَّا لِلَّهِ وَ اِنَّا اِلَيْهِ راَجِعُونَ
û xwe disipêrin Rebbê xwe.”
(Şualar: 328)
***
Ey bedbextno! Gerçî têkiliya Rîsaleyên Nûr bi siyasetê re tune jî, lê ji ber ku kufra mutleq dişikîne; anarşîtiya ku binê kufra mutleq e û zordestiya mutleq ku serê wê ye, ji kokê ve xira dike, red dike.