Pirs: Derman derman e, çima dibe jehr?
Bersiv: Dibe ku dermanê derdekî ji derdekî din re bibe jehr. Eger dermanek ji heddê xwe derbas bibe, nexweşiyê çêdike.
Pirs: Tu çi dibêjî?
اِسْتَحْسَنْتَ ذاَ وَرَمٍ
Xirabiya vê rewşa niha jî mîna ya rewşa berê pir e; zilmê li me dike. Hem jî di zeîfî û bêhêzbûnê de dişibihe ya berê. Naxwe ew meşrûtiyeta ku tu wê tarîf dikî, hê selam nedaye me ku em jî jê re bibêjin, “ser seran û ser çavan.”
Bersiv:
لَا بَلْ اِسْتَسْقَيْتُ أُسْكُوبًا وَاسْتَسْعَيْتُ يَعْبُوبًا وَاسْتَحْسَنْتُ حَوْرَاءً وَمَدَحْتُ حُرِّيَّةً حُرَّةً حُورِيَّةً
Lê ji ber dîwanetiya we tirsiyaye, nehatiye. Zilm ne kêmasiyeke meşrûtiyetê ye; ji wê tarîtiya nezanîna di serê we de çêdibe. Hûn bi dîwanetiyê rêya kin dûr dikin. Eger eşîrên Gîw û Mamxuran berî ku leşker hatin ew baca ku mecbûrê dayina wê bûn hazir bikirane -jixwe mecbûr bûn bidin- evqas zilm çênedibû. Belê, eger milletek ji ber nezanînê mafê xwe nizanibe, ehlê hemiyetê jî dike zordest. Hûn dibêjin: “Hukûmeta niha jî mîna ya berê zeîf e” Belê, di bêhêzbûnê de zarokekî nehsalî mîna extiyarekî nodsalî ye. Lê extiyar, berê wî li gorê ye, ditewe û diçe dikeve wir. Lê heçî zarok e xwe rast dike, ber bi xortaniyê ve diçe.
Pirs: Çima weha gerav e û zelal nabe?
Bersiv: Tiştekî ku ev sed sal in li ber xirabûnê ye, di cih de nayê çêkirin. Ezê mîsalekê ji we re bibêjim: Eger ava kaniyekê bîn pê ketibe û bûbe mîna jehrê û gelek çepelî ketibiyê; paşî ji bo ku zelal bibe, mirov çepeliyê ji wê avê biavêje û bike mîna birkekê, ma dîsa jî heta demekê wê ava wê kaniyê ne gerav biherike? Lê meraq nekin di dawiyê de yê zelal bibe.
Pirs: Çiqas ji Meşrûtiyeta ku tu tarîf dikî hatiye cem me, çima temamê wê nayê?