Kitaplar
Rêbera Xizmetê

   Ez vê jî bi dilekî kul û xemgîr ji we re bibêjim: Çawa qismekî biyaniyan malê me yê hêja û welatên me ji me standin û ji bedêla wan ve jî bihayekî rizî dan me; eynî bi wî şiklî exlaqê xweş û hinek taybetmendiyên exlaqê xweş yên derbarê jiyana civakî de jî ji me standin û ji pêşveçûna xwe re kirin bingeh. Bihayê wê jî exlaqê xirab û taybetmendiyên sefîhane ne.

   Mesela: Bi karaktera millî ku ji me girtine, yekî biyaniyan dibêje: “Eger ez bimirim jî bila milletê min sax be. Lewra di nav milletê min de jiyana min ya ebedî heye.” Ha wan ev gotin ji me standine, ji me dizîne. Di pêşveçûna wan de bingeha herî asê jî ev e. Ev gotin ji dînê heq û ji heqîqetên îmanê çêdibe. Ew malê ehlê îmanê ye. Lê ji ber karakterên xirab ku ji biyaniyan ketine nav me, mirovekî me yê xemxwerê xwe weha dibêje: “Ku ez ji têhna bimirim, bila êdî baran li dinyayê nebare. Eger ez bextewariyekê nebînim, dinya çiqasî xira dibe, bila bibe.” Ev gotina ehmeqane ji bêdînîtiyê û nezanîna axretê tê û ji derve ketiye nav me, me jehr dike. Hem jî bi wê fikra milliyetê ku biyaniyan ji me girtine, mirovekî wan bi qasî milletekî qîmet distîne. Lewra qîmeta mirovekî li gorî himmeta wî ye. Himmeta kê milletê wî be, ew mirov bi serê xwe milletekî piçûk e.

   Ji ber bêdiqqetiya di nav hinekên me de û ji ber ku me taybetmendiyên xirab yên biyaniyan standine, digel milliyeta me ya Îslamî ya bihêz û pîroz jî herkes dibêje, “Nefsa min, nefsa min.” Ji ber ku ev însanên me, ne li menfaeta milletê xwe; lê li ya xwe difikirin, hezar ji wan dikevin sewiyeya yekî.

مَنْ كاَنَ هِمَّتُهُ نَفْسَهُ فَلَيْسَ مِنَ الْاِنْساَنِ لِاَنَّهُ مدَنِيٌّ بِالطَّبْعِ

   Yanî, himmeta kê nefsa wî be ew ne însan e. Lewra însan bi fitreta xwe medenî ye. Mecbûr e ku li hevcinsên xwe jî bifikire. Jiyana wî ya şexsî bi ya civakî dikare bidome.

   Mesela: Qiyas bikin; eger însan nanekî bixwe, gelo muhtacê çend destan e û manen çend destan maç dike? Dema ku cilek li xwe kir têkiliya wî bi çend fabrîqeyan re heye gelo? Ji ber ku mîna heywanan nikare bi postekî/eyarekî bijî, ji ber ku fitreten jî bi hevcinsên xwe re elaqedar e û ji ber ku fitreten mecbûr e bihayekî manewî jî bide wan; naxwe mirov bi fitreta xwe medeniyetperwer e. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582
Fihrist
Lügat