d) Zikat
بِسْمِ اللّهِ الرَّحْمَنِ الرَّحِيمِ
وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنفِقُونَ
Di dirêjkirina vê hevoka bala de îcazeke 1 mu‘cîzane heye. Lewra di şûna gotineke kin ya mîna
يُزَكُّونَ
yan jî
يَتَصَدَّقُونَ
de ev hevoka dirêj hatiye hilbijartin da ku şertên qebûlbûyina sedeqê û xalên spehîtiya wê bêne destnîşankirin. Sedeqe bi pênc şertan dibe sedeqeyeke tam:
Şertê Pêşîn: Divê mirov di sedeqedayinê de îsrafê neke û bi qasî ku mirov jî muhtacî sedeqeyê bibe, nede. Bi peyva
مِنْ
ê ji peyva Öıä˜
hatiye îşaretkirin ku divê mirov hinekî bide.
Yê Duduyan: Divê mirov ji malê xwe bide, ne ji yê Elî bide Welî.
وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ
di serî de hatiye gotin, yanî mirov tenê ji malê xwe dikare bide.
Yê Sisêyan: Divê mirov minnetê li xelkê neke. Îşareta vê jî ew e ku peyva
رَزَقْنَا
hatiye hilbijartin. Yanî “rizqê me” hatiye gotin da ku xwediyê heqîqî yê rizq bête zanîn, lewra yê ku dide tenê navgînek e.
Yê Çaran: Divê mirov bi keyfxweşî û riza dilê xwe bide, divê tirsa feqîrbûnê nekeve dilê mirov. Ew
ن
a di
رَزَقْنَا
de vî şertî destnîşan dike, manen dibêje: