Hem jî seydayê pêdiviyan ku jê re “îhtiyac” tê gotin, ewê ku bavê şaristaniyê û avakerê pêşveçûnê ye, şeqama xwe bilind kiriye û weha hukim dike:
“Yan hûnê jiyan û azadiya xwe di vê çola wehşî de telef bikin, yan jî hûnê li meydana medeniyetê bi zanist û sin‘et bigirin; li balon û tirênan siwar bibin û pêşwaziya ayendeyê bikin; yekîtiya xwe careke din ava bikin û ber bi Ke‘beya kemilînê ve bibezin!”
Hem jî fikra we ya milliyetê ya ku jê re “gelperwerî” tê gotin, rûmet û heysiyeta herkesî bi ya yê din zêde dike. Ew “gelperwerî” ku numûneyeke hestên bala ye, mîna aîleyekê bi qehremanên Kurd yên mîna Rustemê Zal û Selaheddînê Eyyûbî re li geliyên mazî, deştên dema niha û çiyayên ayendeyê kon vedaye û bi şiklekî vebirî emrê we dike, dibêje:
“Bila heryek ji we bibe neynika jiyana giştî ya gelê xwe, bextewariya wî biparêze û ji taybetmendiyên wî yên giştî re bibe mînakeke berçav. Hingê hûnê ne mîna mirovekî, mîna milletekî mezin bibin. Lewra bi mezinbûna armancê re hêz û himmet jî mezin dibe. Bi coşbûna gelperweriyê exlaq jî dikemile, bi pêş ve diçe.”
Hem jî meşrûtiyeta ku li gorî şerîetê ye û jê re “meşrûtiyet” tê gotin, wesîleya bextewariya milletan e û hakimiyeta millî jî diparêze. Ew meşrûtiyet îradeya cuz‘î ya ku di azadiyê de buxara makîna jiyanê ye, ji bin zilma zordestiyê xilas dike, bi şêwra şer‘î haveyn dike û we vedixwîne meclisa îmtîhanê. Dixwaze bibîne ku êdî hûn kamil û balix bûne û pêdiviya we bi wesayetê nemaye. Ji îmtîhanê re amade bin! Hebûna xwe bi yekîtiya xwe nîşan bidin. Hemiyeta xwe ya millî jî, fikr û wijdana xwe ya şexsî jî, mîna dil û aqilê muşterek yê milletê xwe nîşan bidin! Yan na hûnê “sifir” bistînin û yê meşrûtiyet şehadetnameya azadiyê nede destê we.
Belê, di deşta zemanê buhurî de, ezîtiyê, meyla axatiyê û fikra xweseriyê kirine ku hûn bi hev ketine. Lê ev hemî yê di qesra bextewarî û şaristaniya ayendeyê de biguherin; bibin îcada ramanê, teşebbusa şexsî û fikra azadiyê. Hetta, ez dikarim bibêjim ku medreseyên we yên ku li gorî medreseyên xelkê yên bêdeng, bi deng in, mecliseke ilmî ya mabûsan/parlamenteran nîşan didin. Pistepista we ya semawî û rûhanî ku hûn li pey îmam Fatîheyê dixwînin, ji hêla mezheb, medrese û milliyeta we ve, nîşan û îşaretên qederê ne ku hûn di mahiyeta xwe de ji bo meşrûtiyetê amade ne.