Makîneya nîzama alemê ku jê re “hikmeta îlahî” tê gotin, mîna xeta telgrafê li temamê alemê belav bûye û çêkera qanûna îlahî ya nûranî ye! Ha ew hikmeta îlahî ji asoyên ezelê tiliya qederê bilind kiriye û li we emir dike:
Hemiyeta xwe ya ku bi parçebûnê weke peşkên avê ji hev belav bûye û bûye xisar, bi fikra milliyetê re bikin yek û pê bistirin! Mîna cazîbeya/kişandina atoman, cazîbeyeke giştî û millî ava bikin! Civata Kurdan ya mezin mîna kûreyekê birêve bibin, îdare bikin! Wê kûreyê mîna stêreke ronak deynin ber cazîbeya tava civata Îslamî-Osmanî û ahenga giştî biparêzin!
Hem jî sultanê serxwebûnê yê ku jê re “azadî” tê gotin, li ser lûtkeya çiyayên paşerojê yên mîna Sîpan û Agiriyê rabûye ser xwe. Wê azadiyê jiyana bi bindestî qedexe kiriye û mafxwarin jî caiz nedêraye; sipartiye şerîetê. Ew li gelekî mîna we ku di newalên maziyê/pêşerojê de, hê di xewa kûr de ye û ji hev parçe bûye, bi dengekî bilind ferman dike, dibêje: “Ji bo em êrîşî nezanî û feqîriyê bikin, heydê bi zanistê û sin‘et bigirin! Dest bavêjin çekan!”
Hem jî agahkerê rast ku jê re “rastî” tê gotin, ewê ku di bin tebeqan de veşartî û hebiskirî mabû, bi rabûna tebeqeyên zordestiyê, êdî xeflet û nezanîna li ser milê wî kêm bûye. Loma jî ew bi ser xwe ve hatiye, serî hildaye û bi her awayî we agahdar dike: “Wext hatiye, êdî qabiliyetên xwe yên ku destê qederê di mahiyeta we de çandine, şîn bikin! Karakterên xwe yên ku di mahiyeta we ya millî de veşartî ne û qedera we kufş dikin, bi ava xwendin û perwerdeyê av bidin! Yan na, wê ziwa bibin, hişk bibin.”