Naxwe ev nehy derbarê ayînetiya Cihû û Filehan, Cihûtî û Filehiyê ye. Hem jî mirov ne ji bo zatê kesekî jê hez dike, mirov ji bo sifet û hunerê wî jê hez dike. Çawa ne şert e ku her sifetê mislimanekî misliman bin; wisa ne şert e ku hemî sifet û hunerên kafirekî jî kafir bin. Naxwe sifetekî ku misliman be, çima bila ecibandin û bikaranîna wî ne caiz be? Eger jineke te ji ehlê kîtaban hebe, helbet tu yê jê hez bikî!... Ev yek.
Ya Duduyan: Di esra seadetê de veguherîneke dînî ya mezin çêbû. Ji ber ku vê veguherînê berê temamê zêhnan da aliyê dîn, hezkirin û neyartî tev li wir civandin. Hezkirin û neyartî ji wê nuqteyê çêdibûn. Loma jî ji hezkirina ne-mislimanan bêhna nîfaqê dihat. Lê niha veguherîneke ecêb ya medenî di nav alemê de çêbûye. Tiştên ku zêhnê însan zebt dikin û temamê aqilan meşxûl dikin; şaristanî, pêşveçûn û rewşa dinyayê ne. Jixwe pirê wan ewqas dîndar jî nîn in. Naxwe dostaniya me bi wan re ew e ku em şaristanî û pêşveçûna wan biecibînin û ji xwe re bînin. Hem jî divê em ewlehiya ku bingeha bexterwariya dinyayê ye biparêzin. Ha ev dostanî bi tu şiklî ne di nav nehya Qur’anê de ye.
(İçtimaî Dersler, Münazarat: 107-110)
***
Şîretên Bedîuzzeman Seîdê Kurdî 1
Ey Gelî Kurdan! Îttîfaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de seadet, hukûmetê de selamet heye. Kabika îttihadê û şerîta mehebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we re bibêjim:
Hûn bizanin ku sê cewherê me hene; hifza xwe ji me dixwazin.
Yek İslâmiyet e; ku hezar hezar xûna şehîdan bihayê wê dane.