Kesê ku bi Xwedê û roja axretê bawer dike, ku fileh jî be, divê em bi wan re li ser xalên bi nîqaş nekevin gengeşiyê. Pîşeyê me û xizmeta me, di vî zemanê ecêb de vê tewrê ji me dixwazin...
(Tarihçe-i Hayat: 308)
***
Bi munasebeta ku Selaheddîn Asayê Mûsa daye yekî Emerîkî em dibêjin:
“Misyoner, rûhaniyên Filehan û şagirtên Rîsaleyên Nûr divê pir diqqet bikin. Lewra di her hal û karî de ji bo ku bizava başûr [komunîzm] xwe ji êrîşên Îslamê û Filehiyê biparêze, yê bixebite ku îttîfaqa Îslamê û mîsyoneran xira bike. Ji ber ku ji mirovên ewam re musaadekar e, zikatê ferz dike, faîzê heram dike û burjuvayê jî dawetî alîkariya ehlê ewam dike û wan ji zilmê dûr dike. Ji vê hêlê ve dibe ku mislimanan bixapîne, îmtiyazekê bide wan û hinekan bikişîne aliyê xwe.”
De her çi be, vê carê ji bo xatirê we min destûra xwe xira kir, li dinyayê mêze kir.
(Tarihçe-i Hayat: 489-490)
***
Çawa ku di Lem‘eyên Îxlasê yên Rîsaleyên Nûr de jî hatiye gotin; niha divê ehlê îmanê ne tenê bi birayên xwe yên misliman re, belkî bi filehên dîndar re jî îttîfaq bikin û xalên ku dibin mijarên gengeşiyê deynin aliyekî, dev ji wan berdin. Lewra niha kufra mutleq êrîş dike.
(Tarihçe-i Hayat: 493)
***
Haşiye: Hetta, li gorî hedîsa sehîh di axirzeman de dîndarên Filehan yên heqîqî wê bi ehlê îmanê re îttîfaq bikin û li hember zendîqên dijminê xwe yê muşterek derbikevin. Eynî wisa di vî zemanî de jî ehlê diyanet û heqîqetê, dev ji hevdîn, hevkar û birayê xwe berdin, muhtac in ku bi rûhaniyên dîndar û heqîqî yên Filehan re jî îttîfaq bikin. Divê muweqqeten dev ji xalên nîqaşê berdin û li hember dijminên xwe yên muşterek û bêdînên sînornenas bi hev re îttîfaq bikin.
(Lem’alar: 223)
***