Ji ber vê sirrê ye ku Qur’anê hinek ji hukmên fer‘î nesx kirine, ji holê rakirine. Yanî biryar daye ku wexta wan xilas bûye, êdî nobet ya hinek hukmên din e.
(İşaratu’l-İ’caz: 59-60)
***
Mesela li peyva
مِنْ قَبْلِكَ
binêre. Spehîtiyên ku ji her aliyî firiyane û hatine li ser vê peyvê danîne bibîne. Lewra ev ayet derbarê pêxemberiyê de ye. Di mijara pêxemberiyê de “Pênc Armanc” hene. Ev armanc ji pênc xalên spehî, kûrmane û nazenîn çêbûne. Ew her pênc spehîtî di qalikê
مِنْ قَبْلِكَ
de ne. Armanc jê:
1. Hz. Muhemmed (e.s.w.) resûl e.
2. Mukemmeltirînê resûlan e.
3. Xatemu’l-enbiya ye.
4. Pêxemberiya wî giştî ye.
5. Şerîeta wî xweşikiyên şerîetên din di xwe de digire û wan nesix dike, ango hukmê wan betal dike.
(İşaratu’l-İ’caz: 60-61)
***
Hem jî komîteya Deccal ku di nav mirovan de bi niyeta înkarkirina xwedatiyê şaristaniyê û muqeddesatên mirovan talan dike, yê ji hêla cemiyeteke di bin serektiya Îsa (e.) de were kuştin û mirovê ji înkarkirina xwedatiyê xilas bibin. Ew cemaeta bi navê cemaeteke Îsewî, ya hemiyetkar û fedakar, layiqê navê “Mislimanên Îsewî” ye û dixebite ku dînê heqîqî yê Îsa (e.) bi rastiyên Îslamê re bike yek.
(Mektubat: 594)
***