Eger tiştekî weha bibe jî, yê bi teessuba zendîqiyeke ku ji kufra mutleq, taûneke dijwar ya mirovahiyê û ji materyalîzmê çêdibe, bibe. Yê bi şeytaniya hinek zendîqên veşartî çêbibe ku memûrên resmî dixapînin, şik û gumanan di serê wan de çêdikin û wan berî me didin.
Em jî dibêjin: Dev ji van wehhamên weha berdin, ku dinyayê hemiyî jî bişînin ser me, em bi hêza Qur’anê û alîkariya Xwedê narevin. Em li ber kufra mutleq ya bêdîn û zendîqan çek danaynin û teslîm nabin!..
(Şualar: 355-356)
***