Şefqet, wijdan, heqîqet û heqiya di Rîsaleyên Nûr de, men‘a me ji siyasetê kirine. Lewra eger em bikevin siyasetê, hingê serê mirovên masûm dikeve belayê û em zilmê li wan dikin. Hin zatan îzaha vê xwestin, min jî got:
Di vê esra niha ya bi firtone de, ji ber xwebînî û ezîtiya ku ji şaristaniya xeddar çêdibe, ji ber zordestiya leşkerî ya ku ji rehperestiyê û ji Şerê Giştî yê Cîhanê derdikeve û ji ber bêmerhemetiya ku ji jirêketinê çêdibe, zilmeke dijwar çêbûye û belav bûye.
Di vê rewşê de eger ehlê heqiyê mafê xwe bi hêza maddî biparêzin, yê bi zilmeke mezin û bi hênceta terefgirtinê mala gelek belengazan bişewitînin. Hingê ewê jî bibin ji mirovên herî zalim û dawiyê jî mexlûb bibin. Lewra mirovên ku bi hesta navderbasbûyî tevdigerin û êrîş dikin, ji ber şaşiya mirovekî-duduyan, bîst-sî mirovî bi hêncetên pûç perîşan dikin. Eger ehlê heq di rêya heq û edaletê de tenê li yê sûcdar bixin, hingê li hember telefbûna sî mirovan tenê yekî dikujin û dikevin halê mexlûbiyetê. Eger li gorî qaîdeyê zalimane “weke wê bersivê bidin”, ango ehlê heqiyê jî ji ber sûcê yekî-duduyan bîst-sî mirovên belengaz perîşan bikin, hingê ew li ser navê heqiyê neheqiyeke mezin dikin.
Ha hikmet û sebebê heqîqî yê ku bi emrê Qur’anê em xwe bi şiddet û nefret ji siyaset û rêvebirinê dûr dikin û têkilî nabin ev e. Yan na, bi me re hêzeke heqiyê ya wisa heye ku me dikaribû bi şiklekî mukemmel em mafê xwe biparêzin. Hem jî madem her tişt muweqqet û fanî ye, mirin namire, deriyê qebrê nayê girtin û zehmetî jî vediguhere dibe rehmet; helbet emê bi sebrê û şukirkirinê tewekkul bikin û deng nekin. Eger bêdengiya me bi zirardayin û zorê bête xirakirin; ev bi temamî li dijî însaf û edaletê ye, li dijî xîreta welat û hemiyeta millî ye.
Hasilê Kelam: Tu sebeb tunin ku ehlê hukûmetê, yên siyasetê, yên rêvebirinê, yên înzibatê, yên adliyê û yên zabiteyê bi me re meşxûl bibin. Ku tiştekî weha çêbibe jî, tu hukûmetên dinyayê nikarin wê biparêzin û tu mirovê hişê wî li serê wî jî pê razî nabe.