Kitaplar
Rêbera Xizmetê

   Bi qanûna serbestiyê, tu kes têkilî belavkirina kîtabên bêdînan yên ku li dijî vî welatî, vî milletî û exlaqê wî ne nabe, kes îşê xwe ji weşanên qomunîstan naîne. Lê gelo qet qanûnek, yan wijdanek, yan jî însafek destûrê dide ku beşên Rîsaleyên Nûr; Zulfeqar û Asayê Mûsa mîna rûpelên bi zirar bêne civandin û wê bidin dozgehê. Hem jî memûrên Serokatiya Diyanetê bi emrê wezîrê hundir û bi niyeta rexnelêgirtinê, digel ku sê mehan jî lê kolîne, rexne lê negirtine û jê re gotine “berhemên hêja ne” û kirine Pirtûkxaneya Diyanetê. Sê dadgehan jî tu tiştê ku mirov pê mesûl bibe di wan de nedîtine. Ev bîst sal in ku Rîsaleyên Nûr ji bo ewhlehî, exlaq û jiyana civakî ya millet û welat dixebite. Ji bo ku dostaniyê ava bike û biratiya alema Îslamê ku cihê xwesipartina heqîqî ya vî milletî ye, careke din lê vedigerîne, kedeke mezin dide..

   Mirovekî ku piştî nefîbûna bîst salan ya bêsebeb, serbest bûye jî, lê neçûye welatê ku lê hatiye dinyayê û bi hezaran xizm û dostên wî lê hene; xurbet û bêkesîtî tercîh kiriye da ku têkiliya wî bi dinyayê, jiyana civakî û siyasetê re çênebe; yekî ku dev ji nimêja bi cemaet ya xêrmezin berdaye, di şûna wê de nimêja bi tenê û rûniştina li odeya xwe tercîh kiriye; yanî di haletekî rûhî yê wisa de ye ku ji hurmetgirtina xelkê direve; yekî ku bi şahidtiya bîst sal jiyana xwe û bi rastdêrandina zatên hêja yên Tirk, Tirkekî dîndar û mutteqî tercîhî gelek Kurdên xemsar dike; hetta yekî ku li dadgehê îsbat kiriye ku birayên xwe yên Tirkên mîna Hafiz Elî xwediyê îmana bi quwwet nade bi sed Kurdî; yekî ku ji bo xelk jê re hurmet nekin û qedrê wî negirin, ne ji mecbûrî be bi kesî re hevdîtinan pêk naîne û naçe mizgevtê jî; yekî ku ev çil sal in bi temamê hêza xwe û berhemên xwe, ji biratiya Îslamiyetê û hezkirina mislimanan re dixebite; yekî ku li hember dijminên xwe yên şerrûd jî neyînî tevnagere, bi wan re nalebike û hetta nifiran jî li wan nake; yekî ku ji ber ku Milletê Tirk beyreqdarê Qur’anê ye û bûye mezherê pesindayina wê, pir ji wan hez dike û jiyana xwe di nav wan de derbas dike... Gelo kîjan qanûn destûrê dide ku ji ber zimanê wî, xayintî li mirovekî weha bête kirin û ji bo propagandayê û tirsandinê ji dostên wî re bête gotin, “ew Kurd e, hûn Tirk in, ew Şafiî ye, hûn Henîfî ne” û xelkê bitirsînin? 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582
Fihrist
Lügat