Pêxember li ser her rêya ku digihe Xwedê sekiniye û rêberiyê dike. Ji bilî wê rêya mezin ku Pêxember li ser e, tu rêyên heqî û xilasiyê nînin. Temamê îmamên ehlê marîfet û lêkolînê, mîna Se‘dê Şîrazî weha dibêjin:
مَحاَلَسْتْ سَعْدِي بَراَهِ نَجاَتْ ظَفَرْ بُرْدَنْ جُزْدَرْ پَىِ مُصْطَفى
Hem jî gotine:
كَلُّ الطُّرُقِ مَسْدُودٌ اِلاَّ المِنْهاَجَ المُحَمَّديِ
Kesên ku Pêxember bihîstine û doza wî jî dizanin, eger tesdîqa wî nekin, Xwedê nas nakin. Gotina “La îlahe îllellah” tenê, li cem Xwedê wê tewhîda ku sebebê xilasî û azadiyê ye îfade nake. Ev awa ne qebûlkirineke cahilane ye ku mazûr bête dîtin û lê neyê girtin, bil‘eks ev awa qebûlnekirin û înkar e. Ew Pêxemberê Alîcenab, bi mu‘cîze û berhemên xwe şanazî û serbilindiya kaînatê ye, cihê fexr û rûmeta mirovan e. Kesê ku wî Pêxemberî nas neke, bi tu awayî tu ronahiya rêya rast nabîne û Xwedê nas nake. Bila niha evqas bes be.
(Mektubat: 447-448)
***
b) Nimêj
Maneya nimêjê ew e ku mirov Xwedê tesbîh bike, ji kêmasiyan dûr bidêre, wî mezin bike û şukrê wî bike. Yanî li hember mezinbûna wî, bi gotin û kirinên xwe bibêje “subhanellah” û wî ji hemî kêmasiyan dûr bibîne. Li hember bêqusûriya wî bi gotin û tevgerên xwe bibêje “Ellahu ekber”, wî mezin bidêre. Li hember Cemala wî [qencî û xweşikiyên ku bexşî mirovan dike] bibêje “Elhemdu lîllah” û hemdê wî bike...