Wehhabîtî
بسم الله الرحمن الرحيم
وَاتَّقُوا فِتْنَةً لَا تُصِيبَنَّ الَّذِينَ ظَلَمُوا مِنْكُمْ خَاصَّةً
Birayê ezîz,
Tu pirs dikî: Gelo hikmeta ku Heremeynên Şerîfeyn [Mekke û Medîne] ketine destê Wehhabiyan çi ye, ku weha bi awayekî tehrîbkarane bêhurmetiyê ji tirbên mezinên Îslamê re dikin?
Bersiv: Ji ber ku ev mesele bi siyaseta alema Îslamê û jiyana wê ya civakî ve girêdayî ye, bi fikra Seîdê Nû nikarim bersivê bidim. Lewra niha berê fikra min li asoyeke din e. Lê ji bo xatirê te yê ezîz ku min hîç neşikandiye û hertim feyde jê dîtiye, ezê bêyî dilê xwe, muweqqeten serê Seîdê Berê bi xwe ve bikim û bi fikra wî vê Mijara Şeşan bi çar nukteyên kin îzah bikim:
Nukteya Pêşîn: Rehên vê meseleya Wehhabiyan kûr in. Adetên wan ji dema sehabiyan dest pê kirine û hatine heta niha. Ew adet jî bi sê bingehan hatine.
Ya Pêşîn: Hz. Elî (r.e.) şûr li Xariciyên ku ecdadên Wehhabiyan bûn û piraniya wan xwecihê Necdê bûn, kişandiye û li Nehrewanê hafizên wan kuştine. Vê bûyerê Wehhabî gelekî êşandine û tam bi eksê Şîeyan, kiriye ku bi navê dîn ji fezîletên Hz. Elî xeyidîne û dijmintiya wî kirine. Ji ber ku Hz. Elî (r.e.) sernavê “şahê welayetê” standiye û piraniya terîqetên weliyan jî digihin wî; bi Xariciyan û beyreqdarên wan yên niha Wehhabiyan re, li hember ehlê welayetê înkar û piçûkdîtinek çêbûye.
Ya Duduyan: Derdora Necdê ku bi fitneya Museylemeyê Kezzab ji dîn derketibûn, di dema xelîfetiya Hz. Ebûbekir (r.e.) de, bi şûrê Xalid b. Welîd hatin wêrankirin.