Lewra kesê ku hem Qur’anê û Pêxember, hem jî suhbetên pîroz yên temamê sehabiyan înkar bike, ji hedê xwe derbas dibe. Niha yên mîna wan ketûberan pir hene. Eger mirovek mel‘ûnan neîne bîra xwe û lanetê li wan neîne, li gorî şerîetê qet zirara wê tune. Lewra zem û lanet ne mîna medh û hezkirinê ne; ne ji amelê salih in. Eger zirara wan hebe, jixwe hê xirabtir e...
Niha munafiqên veşartî, bi reha Wehhabîtiyê hinek mela -ku ew jî bi parastina Îslamê û heqîqetên Qur’anê hatine emirkirin û jê berpirsyar in- bi dest xistine û bi wan, ehlê heqîqetê bi Elewîtiyê îtham dikin û wan li dijî hev bikar tînin. Kesên ku dixwazin bi vî şiklî derbeke dijwar li Îslamiyetê bixin, li meydanê diçin û tên. Tu jî hinekî jê di nameya xwe de dinivîsî. Tu jî dizanî; amûrê herî dijwar ku li dijî min û Rîsaleyên Nûr bikar bînin, li cem melayan peyda kirine. Ji zû de ye ku berhemên Wehhabiyên hakimê Heremeyna Şerîf û berhemên pir ecêb û cazîbedar yên dahiyên dehşetdar Îbni Teymiye û Îbni Qeyyim el-Cewzî, li Stenbolê ketine destê melayan. Hinek ji wan melayan bi taybetî derbarê weliyan de ji bid‘etan re musaedekar in. Ew mela meşreba Wehhabiyan ji xwe re dikin perde û ketine nav bid‘eyan. Ew dikarin îctîhada we ya ku ji hezkirina Ehlê Beytê tê û eşkerekirina wê jî niha ne lazim e, ji xwe re bikin alet û derbekê hem li te bixin, hem jî li şagirtên Rîsaleyên Nûr. Madem emrekî şer‘î derbarê devneavêtin û tekfîrnekirinê de tune, lê derbarê devavêtin û tekfîrkirinê de heye; eger devavêtin û tekfîrkirin bi neheqî bin, zirara wê pir e, eger bi heqî bin jî hîç xêra wê tune. Lewra hedê musteheqbûna tekfîrbûn û devavêtinê tune û ji devneavêtin û tekfîrnekirinê re jî tu hukmekî şer‘î tune, tu zirara wê jî nîn e. Îcar ji ber vê ye ku ehlê heqîqetê; herçar îmam [herçar xelîfe], diwazdeh îmamên Ehlê Beytê û Ehlê Sunnet û Cemaetê ev destûra pîroz ku hatî gotin ji xwe re kirine rêber û caiz nedîtine ku mirov behsa fitneya zemanê berê bike. Gotine, “zirara wê heye.”
Hem jî di wan herban de gelek sehabiyên girîng di nav herdu aliyan de jî hebûne.