BEŞA DUYEM
Îslam û Îbadet
A: Îslam
1. Îslam çi ye?
Îslamiyet qebûlkirin e, îman jî têgihiştin. Bi gotineke din: Îslam terefdariya heqiyê ye ku mirov teslîm bibe û li pey here. Îman jî pejirandin û rastdêrana heqqiyê ye. Min hinek bêdîn dîtin ku pir terefdariya hukmên Qur’anê dikirin. Naxwe ji ber ku heqqî qebûl kiribûn, ji hêlekê ve ew mirovên bêdîn, dibin mezherê Îslamê û mirov dikare ji wan re “mislimanên bêdîn” bibêje. Paşî jî min hinek misliman dîtin ku terefdariya hukmên Qur’anê nakin û pêdiviyê pê nabînin. Ew jî dibin layiqê tabîra “bawermendên ne misliman”.
(Mektubat: 49)
***
BINGEHÊN ÎSLAMÊ
a) Kelîmeya Şehadetê
Kesê ku îbadet dike di nimêja xwe de dibêje:
اَشْهَدُ اَنْ لاَ اِلَهَ اِلاَّ اللهُ
Yanî, ji Wî pê ve tu kesê ku biafirîne û rizq bide tune. Kar û zirar di destê wî de ne. Ew Hekîm e, tiştan li boşê çênake, hem jî Ew Rehîm e, qencî û merhemeta wî pir e.”
(Sözler: 28)
***
Herdu hevokên kelîmeya şehadetê ji hev cuda nabin. Herdu hevok îsbata hev dikin, yek ya din di xwe de digire; yek bêyî yekê nabe. Madem Pêxember (e.s.w.) mohra pêxemberan e, naxwe ew warisê wan e jî.