Ehlê Beytê, Şîe û Elewîtî
Lem‘eya Çaran
Mînhacu’s-Sunne layiqê vê rîsaleyê hatiye dîtin.
(Digel ku mesela Îmamet*ê mijareke fer‘î ye jî, lê ji ber ku xelk pir girîngiyê didinê, ketiye rêza meseleyeke îmanî. Loma jî di ilmê kelam* û usûlu’d-dîn* de li ser hatiye rawestandin û ji ber ku munasebeta wê bi xizmeta me ya esasî ya ji bo Qur’an û îmanê re heye, bi kurtayî behsa wê hatiye kirin.)
بِسْمِ اللهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
لَقَدْ جَاۤءَكُمْ رَسُولٌ مِنْ اَنْفُسِكُمْ عَزِيزٌ عَلَيْهِ مَا عَنِتُّمْ حَرِيصٌ عَلَيْكُمْ بِالْمُؤْمِنِينَ رَؤُفٌ رَحِيمٌ * فَاِنْ تَوَلَّوْا فَقُلْ حَسْبِىَ اللهُ لاَۤ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ عَلَيْهِ تَوَكَّلْتُ وَهُوَ رَبُّ الْعَرْشِ الْعَظِيمِ
قُلْ لاَۤ اَسْئَلُكُمْ عَلَيْهِ اَجْرًا اِلاَّ الْمَوَدَّةَ فِى الْقُرْبىٰ
Emê ji gelek heqîqetên mezin yên van ayetên mezin bi “Du Meqaman” qala yekî-duduyan bikin.
Meqamê Pêşîn
Çar Nukte ye.
Nukteya Yekê: Ev nukte mukemmeliya şefqet û merhemeta Resûlê Ekrem (e.s.w.) ya li hember ummeta wî nîşan dide. Belê, bi rîwayetên sehîh diyar e ku di dehşeta mehşerê de heta bi pêxemberan jî herkes dikeve hewleriha xwe û dibêje: