Eger tu bibêjî: “Di mijara xîlafeta Îslamê de Îmamê Elî digel îqtîdar û zekaya ji adetê der û tevî wê layiqbûna xwe ya bala jî, li gorî yên berî xwe nisbeten bi ser neket. Sebebê vê çi ye?”
Bersiv: Ew zatê mubarek ji siyaset û seltenetê pirtir, layiqê peywirên hê girîngtir bû. Eger ji hêla siyast û seltenetê ve tam bi ser biketa, yê unwana kûrmane “şahê weliyan” bi temamî bi dest nexista. Jixwe wî serweriyeke manewî ya ji xîlafeta zahirî û siyasî pir balatir bidest xist û bû mîna seydayê herkesî. Serweriya wî ya manewî heta qiyametê baqî ma.
Lê heçî şerê Hz. Îmamê Elî yê li Siffînê bi terefdarên Hz. Muawiye re ye, ew şerê xîlafet û seltenetê ye.
(Mektubat: 75-76)
***
Xala Duduyan: Kesên ku bi navê medeniyetê, li ser hesabê makezagona mirovan ya dema wehşet û bedewiyê êrîşî dîn dikin, ew paş ve diçin û dikevin nav wê wehşet û bedewiyê. Niha dixwazin wê makezagona wehşî, dehşetdar ku ewlehiya mirovahiyê, edalet û aştiya giştî talan dike, bînin welatê me. Xweya dike ku hinek bizavên mîna partîtiya bi kîn û înad dikin nav xelkê û îxtîlafê çêdikin. Ew makezagon jî ev e:
Bi şaşiya yekî ji taîfeyekê, bizavekê, yan jî eşîrekê; temamê endamên wê taîfê, wê bizavê yan jî wê eşîrê sûcdar dibin û weke berpirsyar û dijmin têne dîtin. Ev makezagon şaşiyekê dike hezar şaşî. Biratî, hemwelatî û hezkirina ku bingehên tifaq û yekîtiyê ne, serûbin dike.
Belê, hêzên bi înad û dijber ku têne hemberî hev, bêhêz dimînin. Ji ber ku bi vê bêhêziyê qels dibin, bi ser nakevin û nikarin ji millet û welat re xizmeteke adil bikin. Loma jî li gorî wê makezagona xeddar, engîzîsyonî, bedewî û wehşî; mecbûr dibînin ku maddî-manewî ruşwetê bidin û bêdînan ji xwe re bikin terefdar. Li hember vê makezagona navbderbasbûyî ev makezagona han ya nessa Qur’anê heye ku edalet bi xwe ye, semawî û pîroz e û hezkirin û biratiya heqîqî çêdike, vî milletê misliman û vî welatî ji xeterên mezin diparêze: