Kafkas û Turkistan du lawên Îslamê yên jêhatî ne, li xwendegeha herbî ya Rûsan perwerde dibin. Û hwd.
Yahû, ev zarokên esilzade, piştî ku şehadetnameya xwe bistînin, her yek ji wan yê serkêşiya parzemînekê bike. Yê ala Îslamiyeta ku bavê wan yê adil û muhteşem e, li asoyên pêşveçûnê bilind bikin û bi vî awayî, yê ji eksa felekê ve, li hember qedera ezelî, sirrê hikmeta ezelî ya di mirovan de îlan bikin.
Nîvê vê serpêhatiyê heta bi vir e.
Temsîla ku weha dide gotin: “min çi jê ye”, “nefsa min, nefsa min”
Mirovekî ji eşîreke felekzede (Haşiye) û perîşan, ew bi xwe esîr û cesûr, û tirsonekekî ji eşîreke bextê wê yawer û feleka wê dost, lê ew bi xwe tirsonek li cihekî rastî hev tên. Fexr û nîqaşa wan dest pê dike:
Yê pêşîn serê xwe bilind dike, perîşaniya eşîra xwe dibîne, izzeta nefsa wî nikare wê qebûl bike. Serê xwe ditewîne, li nefsa xwe mêze dike, hinekî pê giran tê. Xurûra wî ya ku bi şexsîtiyê birîndar bûye feryad dike, dibêje: “Heywax! Min çi jê ye? Ha va ez û va tevgerên min!” Yan xwe ji wê eşîrê dûr dike, yan jî bêaqiliyê dike û dibêje ku ji eşîreke din e.
Yê duduyan jî çiqas serê xwe bilind dike, fexra eşîra wî tê ber çavê wî, serbilindiya wî zêde dike. Lê ew li xwe mêze dike, sist dibe. Ha hingê, hesta fedakariyê, fikra milliyetê pê re hişyar dibe, dibêje:
-Ez qurbanê eşîra xwe bim.
Îcar eger te remza vê mînaka han fêhm kiribe, eger li vê dinyaya ibretê ku meydana pêşbazî û kefteleftê ye,