Sebebên Pêşveçûna Ewrûpiyan û Lipaşmayina Mislimanan
بِسْمِ اللهِ الرَّحْمَنِ الرَّحِيمِ
اَلْحَمْدُ لِلَّهِ الَّذِي قاَلَ وَلاَ يَغْتَبْ بَعْضُكُمْ بَعْضاً وَالصَّلاَةُ عَلى مُحَمَّدٍ الَّذِي قاَلَ مَنْ قاَلَ هَلَكَ النَّاسُ فَهُوَ اَهْلَكَهُمْ
Pey van re... Engîzîsyona vê şaristaniya han bi wesîleyeke dijwar, ango bi fitrîmkirina [aşîkirina] hinek zihnan zarokine ne meşrû çêkirine û li dijî Îslamiyetê jî kîndariyê dike, hissa tolhildanê pê re çêdibe. Dixwaze deriyekî bêdîniyê, yan jî xemsariyê vebike. Dixwaze deriyekî vebike ku mirov yan bi bal filehiyê ve meyl bikin, yan jî bi şik û gumanan ji Îslamiyetê sar bibin.(Haşiye) Ha ew hîle jî ev e:
Ey musliman! Binêre, li kû derê mislimanek hebe, li gorî kesên din, feqîr, xafil û bedewî ye. Li kû derê filehek hebe ew hinekî şareza ye, hişyar e û xwediyê serwetê ye. Naxwe... htd...”
Ez jî dibêjim:
“Ey misliman! Du serdestiyên Ewrûpayê hene; yek jê maddî ye, ya din jî manewî ye. Li hember encama vê serdestiyê û bandûra wê ya wêranker, destê xwe ji Îslama ku parêzera hebûna me ye, sist neke! Bi herdu destan pê bigire û zevt bike, yan na tu dê mehf bibî.”