Yê Sisêyan: Dilê Kurdan li edalet, wekhevî û azadiya nijadên ne misliman tam rûnane. Heta ku ev wekhevî û edalet xwe nesipêre cihekî bi ewle, yê wisa be. Ew cih jî diyanet û şerîet in ku naguherin û hakimê wijdanan in. Naxwe e eger em nîşan bidin ku şerîet jî vê edaletê dixwaze, yê dilê wan lê rûne û mîna xemsaran qet jê sil nebin. Lewra lihevkirin di hîdayetê de ye, ne di hewa û hewesê de. Eger di hewa û hewesê de hebe jî, muweqqet e. Lewra ew hewa û hewes mîna hêlîna dûpişk jêdereke wisa ye ku kîn û ezîtî jê derdikevin û belav dibin.
Yê Çaran: Xirabiyên ku ji hêrsa alimekî mîna hesin xûyhişk çêdibin, çawa ku dibin sebebê dûrkirina wî ji wezîfê, wisa dibin sebebê lekedarbûna ilmê wî jî. Tenê ku alimekî salih derkeve û îsbat bike ku jêdera xirabiyê hêrsbûn e, hingê dikare ilmê wî bêrî bike. Îcar ji bo ku xirabiyên zordestiyê û dema buhurî şerîetê lekedar nekin, divê mirov meşrûtiyetê bi cil û bergên şerîetê nîşan bide û wisa tetbîq bike. Ev tiştekî zerûrî ye.
Em dikarin mîna zemanê Xelîfeyên raşid û Umer b. Ebdulezîz* bikin.
Heke bête gotin: Ew pakî û exlaqê xweş bi me re tune ku em mîna wan bikin.
Ezê jî bibêjim: Bi îqazkirina meyla pêşveçûnê, li cem me mirov hişyar dibin û fikrên wan têne cem hev, li hev zêde dibin. Îcar eger em li gorî van ramanan xebatên bingehîn û lazim bikin, ev xebat û berfirehiya şaristaniya li cem me dikevin şûna wê pakiyê û wî exlaqê xweş. Cihê wan tije dikin. Edaleta dewletên biyanî rastiya vê bersivê îsbat dike.
Ferqa şaristaniya Îslamê ji şaristaniya hazir tenê; tiştên heram in, rezalet e û êsîrbûna nefsê ye. Jixwe sefaheta mîna çekê jinan bi xeml û lipeyçûna hewaya nefsê, li qabiliyetên bejn û bala me ya millî û merdane nayên. Lewra eger zilamek kirasekî ku li bejna jinekê diecibîne, li xwe bike yê rezîl bibe. Eksê vê jî wisa ye...