Çareya vê jî ew e ku alimên Kurdan bi saya munasebeta leşkerî ya Alayên Hemîdiye -ku cesareta Kurdan miz didan-, zanistên şaristaniyê yên lazim jî digel ilmên dînî û li gorî qabiliya Kurdan bidin xwendin. Divê medreseyên Kurdistanê ku tu eser û binyat ji wan nemane careke din werin avakin û tayina feqiyan jî -ku li gorî wan ya herî muhîm e- ji hêla Mearif û Ewqafê bête dayin. Ev ramana han panzdeh salan karê min yê taybetî bû; ez wê pêşkêşî raya giştî dikim da ku bibe pîşeyekî giştî, lewra dema wê hatiye.
(İçtimaî Dersler, Makaleler, 523)
***
Kurd Teawun we Tereqqi Xezetesî
Hejmar: 6, rûpel: 43-44
27ê Kanûna Ewwel 1324
9ê Çileya Paşîn 1909
Encama Axaftina Derbasbûyî
Tez û ramaneke min ya çaralî heye:
Aliyê Pêşîn: Em muhtac in ku xweşikiyên şaristaniya Ewrûpayê jê bistînin, lê bi xweşikiyên wê re xirabiyên wê jî mîna pêşveçûnê ketine şiklê herî xerîb û xapînok. Ji nav van xirabiyan yên herî xirab ku wêrankerê şaristaniyê ne û barê wê yê giran in; sefahet, îsraf û cudahiya mezin ya di debara mirovan de ye. Îcar ji bo ku xirabî jî bi xweşikiyan re nekevin nav şaristaniya me, ji me re qanûneke hakim û hilbijêr lazim e da ku hewa û hewesê têk bibe. Lewra tebîetê zarokan bi me re heye.
Yê Duduyan: Çawa ku mîrekî ji nijada Kurdan here Ewrûpayê û ji bo çaplûsiyê çekê wan li xwe bike, Kurd yê li pey wî neçin û li hemberî wî rabin. Eger wî nas bikin û bizanibin ku Kurd e, ji ber ku çekên xwe guherandine, yê jê re bibêjin, “Heqaret li milletê xwe kiriye.” Eynî wisa hakimê dema meşrûtiyetê jî, ne şexsekî zordar e, belkî qanûneke hilbijêr e. Divê mirov vê qanûnê bi çekên millî nîşan bide. Yan na yê esebiyeta manewî derkeve pêşiya wê.