Kitaplar
Rêbera Xizmetê

   Lê ew dijmin ji ber teredîniya xwe dixebitin ku bi her cûreyê hîleyan min têk bibin û di çavê xelkê de kêm bikin, lê dîsa jî nikarin zirarê bidin Rîsaleyên Nûr û pêşveçûna wan. Serê hinek dilxwazên zeîf ku nû ne tevlîhev bikin jî, nikarin wan ji Rîsaleyên Nûr dûr bikin.

   Hem ji ber vê rastiyê, hem jî ji ber ku di vî zemanî de ezîtî pir hakim e, ez wan husn-u zenan ji bo xwe qebûl nakim. Jixwe ez weke wan derbarê xwe de husn-u zenê jî nakim. Eger ew meqamê ku birayên min layiqî vî birayê xwe yê bêçare dibînin, meqamekî axretî, heqîqî û dînî be jî, li gorî destûra dawiya Nameya Duyem ya Mektubatê, “Ew kemalata ku weke diyariyeke manewî didin min, haşa eger ez xwe wisa bihesibînim ev elametê tunebûna wê kemalatê ye. Eger ez xwe wisa nehesibînim, hingê divê ez diyariyên wan qebûl nekim.” Hem jî dema ku ez xwe weke xwediyê meqamekî bibînim, yê ezîtî bikeve nav.

   Tiştedin jî heye: Dikare bête gotin, kesê ku ji hêla dinyayê ve wezîfedar be û xwediyê meqamekî be, di belavkirina rastiyên îmanê de pirtir bandûrê dike. Lê di vir de jî du asteng hene:

   Yek jê: Em bibêjin eger welîtî hebe jî dema mirov wê bi zanîn ji xwe re bike meqam, ev li dijî îxlas û nefspiçûkiyê ye. Mirov mîna sehabiyên ku warisên pêxemberiyê bûn nikare wê welîtiyê eşkere bike û doza wê bike. Ji xwe ev welîtî bi ya wan re nayê muqayesekirin jî.

   Astenga Duduyan: Ji çend aliyan ve dijberên wî zatî dikarin wî têk bibin. Eger mirovekî fanî, piçûk, muweqqet û bi qusûr xwediyê meqamekî wisa be, yê zirar bigihe pêşveçûna Rîsaleyên Nûr û heqîqetên îmanî.

   Lê xalek heye, şayanê şukirkirinê ye: Dijminên min yên di nav ehlê siyasetê de, ji ber ku vê rastiya hatî ravekirin nizanin, daîmî bi Seîdê Berê yê serbilind dikevin û di şûna Rîsaleyên Nûr de, îxanetê li şexsê min dikin, min piçûk dibînin. Bi min ve meşxûl dibin. Berê hinek seydayên bi rik û nefsmezin jî didin min, qaşo dixwazin Nûran vemirînin, lê ew dibin wesîle ku Nûr pirtir ronî bidin. Rîsaleyên Nûr ne ji şexsê min yê normal, ji çavkaniya roja Qur’anê ronahiyê distîne.

(Emirdağ Lahikası: 174-175)

***

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582
Fihrist
Lügat