Madem dinya heye û madem ji nîşan û elametan xweya dike ku hikmet, alîkarî, rehmet û edalet jî hene; naxwe bêguman axret jî eynî mîna hebûna dinyayê heye. Madem her tişt bi awayekî li wî aliyî dinêre, naxwe ew tişt wê biçine wir. Înkarkirina axretê; înkarkirina dinyayê û hemî tiştên tê de ye. Çawa ku mirin û qebir li hêviya însan in, Bihişt û Dojeh jî li hêviya însan in û çavnêrîna wî dikin.
(Sözler: 109)
***
Belê, madem Xwedayekî ezelî û ebedî heye, helbet axreteke bêdawî ku navenda hukumraniya xwedatiya Wî be jî heye. Madem di vê kaînatê û di nava jîndaran de xwedatiyeke bi serwerî û hikmet û dilovanî, ya mutleq heye û xweya dike; helbet wê axreta ku warê bextewariyê ye jî hebe û mirovê biçe wir, da ku serwerî ji têkçûnê, hikmet ji tiştên kelevajî, û dilovaniyê jî ji kîn û xezebê pak bibe.
Hem jî madem ev nîmet, qencî, alîkarî û dilovaniyên bêhejmar ku bi çavan tên dîtin, nîşanî aqilên ku dixebitin û dilên ku hê nemirine didin û diyar dikin ku li pişt perdeya xeybê Zatekî Dilovan û Mihrîban heye; helbet alemeke baqî û jiyaneke bêdawî jî ku nîmetan ji tinazan, qenciyê ji xapandinê, alîkariyê ji dijmintiyê, rehmetê ji ezab, û lutf û keremê jî ji bêbextiyê pak dikin hene. Ew qenciyê dikin qenciyeke mukemmel, nîmetan dikin nîmetên bêqusûr.
(Sözler: 127)
***
Em li dinyayê pir dibînin ku kesên zalim, gunehkar û xeddar di keyf û rihetiyê de dijîn; yên mezlûm û dîndar jî di zehmetî û perîşaniyê de. Paşî mirin tê herduyan dike mîna hev.