Wesiyetnameya Seydayê me
Divê ez sermayeya xwe û ya şexsê manewî yê Rîsaleyên Nûr bidim kesên ku jiyana xwe ji bo xizmeta Rîsaleyên Nûr kirine weqf. Bi taybetî jî divê mirov bide wan kesên ku nikarin debara xwe bikin.
Ev çend sal in ku meaşê şagirtên Rîsaleyên Nûr dihate dayin, kesên nêzîkî min vê dizanin. Ez jî niha birayên xwe yên ku li cem min in ji xwe re dikim waris. Divê wezîfeya min bikin û desthevgirtina xwe jî biparêzin.
Belê, ez vê wesiyetnameyê tesdîq didim.
Seîd Nûrsî
(Emirdağ Lahikası: 438)
***
Haşiyeya Wesiyetnameyê ye
Ji ber ku Seydayê me di dawiya umrê xwe de ji suhbeta mirovan dihate astengkirin, fêhm kir ku di vî zemanî de zirarên ku ji hêla şexsî ve bigihin mirovan hene. 1 Ji ber îxlasa mezin ya di xebata Rîsaleyên Nûr de ev nexweşîn hatiye dayin. Lewra vî zemanî di bin perdeya şan û şerefê de riyakarî heye, loma jî divê mirov bi îxlaseke mezin bi temamî dev ji ezîtiyê berde. Bila dostên min ji dûr ve Fatîhayan ji min re bixwînin, dua bikin û manen min ziyaret bikin. Bila neyêne ser tirba min. Ji dûr ve jî be, fatîha digihe rûhê min. Ji bo parastina îxlasa azamî ya di Rîsaleyên Nûr de û ji bo terka ezîtiyê, ez sebebekî manewî his dikim. Bila ew kesên ku jiyana xwe ji bo Rîsaleyên Nûr kirine weqf, yeko yeko li cihekî nêzîkî tirba min bisekinin û vê maneya han ji kesên ku belasebeb tên ziyaretê re bibêjin.
(Emirdağ Lahikası: 439)
***