“ba‘su bade’l-mawt” [vejîn û şandina piştî mirinê] sax dike. Dîsa bi hezaran texlîtên dar û giya û celebên heywanan heşr û neşir dike. Xweda bi qudreta xwe ya ezelî û bêdawî û bi şefqet û dilovaniyeke bêqusûr sêsed hezar celebên giya û heywanan, wek numûneyên heşr û neşrê, bi hikmeteke wisa xwedî dike ku bêyî îsraf wan têr dike, hemî pêdiviyên wan tîne cih. Bi kurtayî ew rizqê hemî jîndarên ku pêdiviya wan bi xwarinê heye, bi şefqeteke bêqusûr û bi awayekî bêmînak dide. Her bihar ew di demeke kin de bi hezaran şînahiyên spehî, gul û kulîlkên rengareng ji erdê derdixe. Ev qencî û rehmeta wî helbet nîşana hebûna axretê ye.
Berê herî mukemmel yê vê kaînatê û aferîdeyê ku Rebbê alemê herî pir jê hez dike însan e. Însan ji hemî mexlûqatên din pirtir bi kaînatê ve elaqedar e û eşq û şewqeke bêdawî pê re heye, dixwaze daîmî û ebedî bimîne. Dixwaze herûher bijî û tiştên bêzewal çêbike. Bêguman ev jî elametê hebûna axretê ye.
(Sözler: 148-149)
***
Dema ku însan di nav temamê alemê de wezîfeyeke wî ya girîng hebe, xwediyê qabiliyetê be û Xwedayê wî jî bi wan tiştên xwe yên ku bê qusûr çêkirine xwe pê bide naskirin; lê li hember vê jî însan bi Xwedê bawer neke û wî nas neke; ma gelo qet mumkin e ku ev kirina wî bêceza bimîne? Wexta ku ew Xweda bi fêkiyên rengareng yên rehmeta xwe, xwe dide hezkirin û li hember vê însan bi îbadet xwe pê nede hezkirin; ma wê ev tewr bêceza bimîne? Hem jî dema ku ew Zat bi nîmetên xwe yên cûrbecûr dilovanî û hezkirina xwe nîşanî însan bide û însan jî di muqabilê wê de şukr û hemdê wî neke û ji wî re hurmetê negire; ma wê hema wisa serberdayî bimîne û neyê cezakirin? Ma mumkin e ku ew Zatê Zulcelal ku xwediyê izzet û xîretê ye cihekî cezakirinê amade nekiribe? Dema bawermendekî li hember danasîna Xwedê, bi îmananînê ew nas kiribe; li hember danhezkirina Wî, bi îbadet jê hez kiribe û xwe dabe hezkirin û li hember rehmet û dilovaniya Wî bi şukirdarî hurmet kiribe; ma wê ew Rehmanê Rehîm warekî mukafatdayinê û bextewariyeke bêdawî nediyê?
(Sözler: 82)
***