Sebebê Duduyan: Sifetê eşqê ye. Ev sifet cudabûnê qet naxwaze, jê direve. Mîna mirov ji dojehê ditirse, ew jî ewqas ji dûrketinê ditirse û ji têkçûnê ecêb nefret dike. Ji gihaştinê jî mîna rûh û canê xwe hez dike. Çawa ku mirov Bihiştê dixwaze, ew jî bi sînorekî ewqas bêdawî nêzîkbûnê dixwaze. Xwe bi cîlweya nêzîkiya Xwedê ya di her tiştî de digire; cudabûn û dûrbûnê qet nabîne, gihaştinê jî daîmî zenn dike, dibêje:
لاَ مَوْجُودَ اِلاَّ هُوَ
ji serxweşiya evînê, bi şewqa baqîbûnê, bi lazimiya hevdîtin û gihaştinê tesewwur dike ku di halekî pir xweş û bi zewq yê Wehdetu’l-wucûdê de ye. Ji bo ku ji cudabûna dijwar xilas bibe, mijara Wehdetu’l-wucûdê ji xwe re dike spargeh.
Naxwe jêdera sebebê pêşîn ew e ku destê aqil negihaştiye rastiyên îmanî yên pir berfireh û bala û ew îdrak nekirine. Yanî aqil di mijara îmanê de tam bi pêş ve neçûye.
Jêdera sebebê duduyan jî ew e ku dil di meqamê eşqê de pir bi pêş ve çûye û gelekî kûr û berfireh bûye.
Lê heçî ew mertebeya mezin ya tewhîdê ye; ewa ku serahet û eşkereyiya Qur’anê wê destnîşan dikin, weliyên mezin yên weraseta pêxeberiyê û mirovên pak yên ehlê sehwê [Xwedênasên ku piştî jixweveçûnê têne ser hişê xwe û hemî hestên wan têne cih] wê dibînin, ew pir bala ye. Ev mertebe hem mertebeya mezin ya perwerdegarî û aferîneriyê îfade dike, hem jî rastiya temamê esmayên îlahî diyar dike. Ev mertebeya tewhîdê bingehên wê diparêze û ahenga di navbera ehkamên perwerdegariyê de xira nake.
Lewra dibêjin: Rebbê Alemê bi zatê xwe yek e û ji cih û mekan jî munezzeh e. Lê her tişt bi hemî rewşên xwe yên curbecur di nav zanîna wî de ne, hatine kufşkirin. Bi vîna wî hatine tercîhkirin û hilbijartin, bi hêza wî hatine bicihkirin û çêkirin.