Ya Sisêyan: Mirov di alema berzexê û rêwîtiya axretê de dikeve nav sîlsîleyek ji yên terîqetê û di wê rêya bêdawîn de bi wê qafîleya nûranî re dibe heval û ji tirsa tenêbûnê xilas dibe. Mirov li dinyayê jî û di berzexê de jî bi wan re hogirtiyê dike, li hember êrîşa şik û gumanan xwe disipêre îcma û îttîfaqa wan zatan. Mirov her seydayekî terîqetê weke senedeke qewî û delîleke mezin dibîne û bi vî rengî wan gumanên bêdîniyê ku di hişê mirov re derbas dibin dûr dike.
Ya Çaran: Mirov bi saya terîqeta safî marîfetullaha di îmanê de û zewqa muhebbetullaha di wê marîfetê de fêhm dike. Bi wê fêhmkirinê mirov ji tenêtiya mutleq ya dinyayê û ji xerîbiya mirovan ya li kaînatê xilas dibe. Me di gellek Peyvan de îsbat kiriye ku bextewariya dinya û axretê, lezzeta bêelem, hogiriya bêtirs, zewqa heqîqî û bextewariya rastî ji heqîqetên îman û Îslamê ne. Çawa ku di Peyva Duduyan de jî hatiye beyankirin, di îmanê de dendikeke dara tûba ya Bihiştê heye. Îcar bi terbiyeya terîqetê ew dendik mezin dibe, şax û guliyan vedide.
Ya Pêncan: Mirov bi hişyarkirineke qelbî ku ji terîqetê û zikrê îlahî çêdibe, wan heqîqetên xweş yên ku di fermanên şer‘î de hene hîs dike û wan teqdîr dike. Hingê bicihanîna wan fermanan weke kirina suxreyan bi mirov giran nayê; mirov bi eşq û şewq îtaet dike û wan fermanan tîne cih.
Ya Şeşan: Mirov bi saya terîqetê meqamê tewekkulê bi dest dixe ku ew jî navgîn û navenda rast ya zewqa heqîqî, teselliya ciddî, lezzeta bêkeder û hogiriya bêtirs e. Bi saya terîqetê rutbeya teslîmbûnê û dereceya rizayê jî tên bidestxistin.
Ya Heftan: Mirov bi saya îxlasa ku encama herî girîng ya sulûka terîqetê ye ji rezaletên mîna şirka xefî, riya û xapandinê xilas dibe. Însan bi saya tezkiya nefsê ku mahiyeta amelî ya terîqetê ye, ji xeterên nefsa emmare û ezîtiyê jî xilas dibe.
Ya Heştan: Di terîqetê de mirov bi zikrê dil û tefekkura aqlî teweccuh û huzûrê bi dest dixe. Bi saya niyeta xêrê, mirov karên dinyayê dike xebatên uxrewî, adetên xwe jî dike hukmê îbadet û ji wan xêrê bi dest dixe.