Hem jî tewhîda heqîqî hukm, rastdêrandin, baweriya bêşik û qebûleke wisa ye ku bi her awayî Xwedayê xwe dibîne, di her tiştî de rêyekê dibîne ku diçe cem Xaliq û aferînerê xwe. Tu tişt nikare jê re bibe asteng. Eger ne wisa be, ji bo ku mirov Xwedayê xwe bibîne divabû ku mirov hertim perdeya kaînatê bidirîne.
(Şualar: 175)
***
2. Pêxembertî
Ew qudreta ezelî ku moriyan bê fermandar û mêşa hungiv jî bê qralîçe nahêle, helbet wê mirovan jî bê pêxember nehêle.
(Mektubat: 631)
***
Bizanibe ku pêxembertî ji mirovan re bingeha xêr û pêşveçûnê ye. Ew dînê heq reçeteya bextewariyê ye. Îman spehîtiyeke pak û bêqusûr e. Madem di vê alemê de xweşikiyeke pak, feyz û bereketeke pir bala, heqiyeke pir eşkere û gelek tiştên pir mukemmel xweya dibin, bêguman heq û heqîqet bi pêxembertiyê re ne, di destê pêxemberan de ne. Jirêketin, şer û zirar jî di tiştên li dijî pêxembertiyê de ne.
(Mesnevî-i Nûriye, 179)
***
Hem madem di nav mirovan de pêxembertî heye û madem bi sedhezaran zat hatine, doza pêxembertiyê teblîx kirine û mu‘cîze nîşan dane, helbet bi awayekî pir eşkere û vebirî pêxembertiya wî zatê pak Muhemmed (e.s.w.) jî sabit e. Lewra ew delîl û wesfên ku tesdîqa pêxembertiya Nebî Mûsa û Nebî Îsa (e.) dikirin û ew muameleya wan ku li ber ummeta xwe bi şefqet û rehmet bûn; di zatê Resûlê Ekrem de bi awayekî mukemmeltir û berfirehtir derdikevin holê. Madem unsurên pêxembertiyê di zatê Ehmedî de mukemmeltir in, naxwe pêxembertiya wî jî ji ya pêxemberên din eşkeretir û zelaltir e.
(Mektubat: 123)
***