Yekî semîmî û normal ji ehlê terîqetê ji yekî ku zahiren zanist xwendiye pirtir îmana xwe diparêze. Lewra yê ku ehlê terîqetê be, ji terîqetê zewqê distîne û ji weliyên Xwedê hez dike, bi wî terzî îmana xwe xilas dike. Bi kirina gunehên mezin dibe fasiq, lê nabe kafir û zû bi zû nêzîkî zendîqan nabe. Ew bi hezkirineke tekûz û baweriyeke kûr zincîra şêxan weke qutban [alimên mezin û bi bandûr] qebûl dike û tu hêz nikare qîmeta wan li cem wî kêm bike. Ji ber ku qîmeta wan li cem wî kêm nabe, bi wan ewle ye. Û dema ku bi wan ewle be, jixwe nakeve nav zendîqan. Kesê ku ji terîqetê parek nestandibe û dilê wî tevnegere, çendîn alimekî lêkolîner be jî, pir zehmet e ku xwe li hember dek û dolabên zendîqên vî zemanî biparêze.
Tiştekî din jî heye: Ji ber şaşiyên hinek bîrûbaweriyên ku ji çarçeveya teqwayê, hetta, ji ya Îslamiyetê jî der in û bi neheqî navê terîqetê li xwe dikin, mirov nikare terîqetê mehkûm bike.
Ji bilî gelek encamên girîng û bala yên dînî, uxrewî û rûhanî terîqetê gelek çêyiyên din jî kirine: Terîqet di nav alema Îslamê de navgîn û pira herî girîng e ku wê peywendiya pîroz, ango biratiyê belav dike. Dîsa ew li hember êrîşên dijwar yên alema kufrê û siyaseta filehan jî ku dixwestin nûra Îslamiyetê vemirînin yek ji hersê kelehên qayim û girîng e. Tişta ku 550 salî Stenbola paytexta xîlafetê li dijî alema filehan parast, nûra tewhîdê bû ku li pênsed cihê Stenbolê dipijiqî. Faktoreke din jî ya parastinê coş û xuroşa hezkirineke rûhanî ya ehlê terîqetê bû ku li tekyeyên di pişta wan mizgevtên mezin de -ku ji ehlê îmanê yên li merkeza Îslamiyetê re navenda piştevaniyê bûn- bi dengekî ku ji quwweta îmanê û marîfeta îlahî dihat digotin, “Ellah, Ellah”.
Êdî ey zirfedakarên bêaqil û gelperwerên sextekar! Ka bibêjin, gelo kîjan xirabî dikare van qenciyên ku terîqetê di jiyana we ya civakî de kirine, pûç bike?
(Mektubat: 598-600)
***