Lê jiholêrakirina xwenixumandinê zewicandinê zêde nake, kêm dike. Xortekî herî serserî û rojavayî jî dixwaze ku hevjîna wî bi namûs be. Ji ber ku ew xort keçeke mîna xwe rojavayî ango nîvtazî naxwaze, ezeb dimîne û hetta teşwîqî fuhuşê dibe. Jin ne wisa ye, nikare ewqasî mêrê xwe bi sînor bike. Jin di jiyana malê de rêvebira hundur e; malê mêrê xwe, zarokên wî û her tiştê wî diparêze. Taybetmendiya bingehîn ya jinê sedaqet e, pêbawerî ye. Tazîtî vê sedaqetê dişkîne, pêbaweriya wê ya li cem mêrê wê dikuje û êşeka wijdanî pê dide kişandin.
Hetta, eger herdu taybetmendiyên çê; cesaret û sexîbûna mêran bi jinan re bin, ji ber ku yê zirarê bidin sedaqet û pêbaweriyê, yê ji taybetmendiyên xirab bêne hesêbê. Lê wezîfeya mêr ne libermayina malê û sedaqet e; parastin, merhemet û hurmet e. Ji ber vê jî mêr nayê sînorkirin, dikare bi jinên din re jî bizewice.
(Lem’alar: 281-282)
***
Bajarî nikarin li gundî û koçeran binêrin û xwenenixumandinê ji holê rabikin. Lewra di nav gundî û koçeran de ji bo debara dinyayê jin dixebitin û diwestin loma jî hindikî bala xelkê dikişînin. Eger cihekî wan karkerên bêguneh û piçekî jî bêfesal hinekî tazî jî be, nabe sebebê hişyarkirina hestên nefsanî, wan tehrîk nake. Ji ber ku eware û serserî jî hindik in, ew xirabiya ku li bajaran çêdibe ji dehan yekê wê jî li gundan nabe. Naxwe divê bajar û gund li hev neyêne qiyaskirin.
(Lem’alar: 283)
***
Hem jî Qur’anê merhemet li jinan kiriye ku hurmeta xwe biparêzin û perdeya heyayê bavêjin ser xwe da ew kaniya şefqetê nekeve bin lingê hewesên rezîl, zelîl nebe, nebe aleta hewesên xirab û nekeve dereceya pertalekî bêqîmet. (Haşiye)