Tesettur, Xwenixumandin
يَا أَيُّهَا النَّبِيُّ قُل لِّأَزْوَاجِكَ وَبَنَاتِكَ وَنِسَاء الْمُؤْمِنِينَ يُدْنِينَ عَلَيْهِنَّ مِن جَلَابِيبِهِنَّ
Heta bi dawiya ayetê tesetturê (xwenixumandinê) emr dike. Medeniyeta rezîl jî li dijî vî hukmê Qur’anê devdigere. Tesetturê fitrî nabîne, dibêje ev cûreyekî esaretê ye. (Haşiye)
Bersiv: Emê ji gelek hikmetan tenê çaran îzah bikin ku nîşan didin ku ev hukmê Qur’ana Hekîm tam fitrî ye û berevajiyê wê ne fitrî ye:
Hikmeta Pêşîn: Xwenixumandin ji jinan re fitrî ye û fitreta wan jî vê dixwaze. Jin ji fitreta xwe zeîf û nazik in. Loma jî ji bo ku jin xwe û zarokên xwe yên ku ji jiyana xwe jî pirtir ji wan hez dike biparêze, muhtacê alîkarî û parastina mêrekî ye. Ji bo ku wisa sar nemîne û xelk jê nefretê nekin, meyleke wê ya fitrî heye, dixwaze bête hezkirin.