Bersiv: (Haşiye)
فِيهِ ماَ فيِهِ... مَعَ اَنَهاَ بَالنِّهاَيةِ قَدِ انْجَرَّتْ اَلَى النَّوْعِ وَ الْمِلَّةِ لِاَنَّ اللِّساَنَ الَّذِي خَدَمَهُ الشِّعْرُ خَيْطُ الْمِلِّيَّةِ مَعَ اَنَّ هَذاَ الزَّماَنَ هُوَ الَّذِي كَشَفَ عَنْ اِحْتِياَجِ الْمِلِّيَّةِ وَفَتَحَ الْباَبَ لِهَذاَ الْمَقْصَدِ الْعاَليِ
(İçtimaî Dersler: 131)
***
Li Ispartayê agir bi cihê xalîfiroşan ketibû. Du malên du birayên wan zatên ku koçkên xwe ji Rîsaleyên Nûr re vekiribûn bi wan xaniyên ku dişewitîn ve bûn û ew mal ji wî agirê dijwar parastî man. Ev kerameteke Rîsaleyên Nûr e. Çawa ku li Emirdaxê bûbû, li Kastamonuyê jî, li pêşberî min şewateke mezin derket. Mala Hafiz Ehmedê şagirtê Rîsaleyên Nûr jî bi wê şewatê ve bû, lê bi awayekî mu‘cîzeyî ji wî agirî xilas bû. Xwişka wî jî ji qeta sisêyan, di nav wî agirî de canê xwe û zêr, yaqût û xişrên xwe yên din bi awayekî mu‘cîzeyî, bi bereketa Rîsaleyên Nûr xilas kirin. Li vir jî di vê şewatê de sê zat ji şagirtên Rîsaleyên Nûr yên jêhatî, ji malbata Çalişkanan, bi tevayî çar zat ji wî agirê dijwar xilas bûn. Hem qenaeta min, hem, ya wan û hem jî ya birayên din bi temamî rûnişt ku xilasî kerameteke Rîsaleyên Nûr û Ayetu’l-Kubra ye. Ew bayê ku li van deran qet kêm nabe, eger hinekî jî bihata, yê piraniya dikanên wê çarşiyê bişewitanda. Hetta ji mexazeya Ayetu’l-Kubra deh-panzdeh dikan wêdetir jî, xelkê eşyayên xwe derxistin û ji agir xilas kirin.
(Emirdağ Lahikası: 77)
***