Sebebên ku Bedîuzzeman ji Xwe re
Diyarî û Alîkarî Qebûl Nekirine
(Parçeyek ji bersiva derbarê diyariya şagirtê naskirî de ye ku behsa wî hatibû kirin.)
Te ji min re diyariyek şandiye, tu dixwazî qaîdeyekî min yê pir girîng xira bikî. Ez nabêjim: “Çawa ku min ji birayê xwe Ebdulmecîd û ji biraziyê xwe Ebdurrehman qebûl nekiriye, ji te jî qebûl nakim.” Ji ber ku tu ji wan li pêştir î û nêzîktirî rûhê min î, diyariya herkesî were redkirin jî, ya te nayê redkirin. Lê tenê ji bo vê carê ez qebûl dikim û bi vê munasebetê ezê sirrê vê prensîba xwe jî bibêjim:
Seîdê Berê minnet qebûl nedikir, dimir lê nediket bin minneta tu kesî. Digel ku gelekî zor û zehmetî kişandin jî, ew prensîba xwe xira nekir. Ev taybetmendiya Seîdê Berê ku bi vî birayê te yê han re maye, ne sofîtî û xwetêrdîtineke çêkirî ye, çar-pênc sebebên wê hene:
Ya Yekê: Ehlê jirêketinê îddîa dikin ku ehlê ilmê, ilm ji xwe re dikin wesîleya menfaetê û wan pê sûcdar dikin. Bi bêînsafî êrîşî wan dikin û dibêjin: “Ilm û dîn ji bo îdareya dinyayê bi kar tînin.” Îcar divê mirov fi‘len ango bi kirinên xwe wan tekzîb bike.
Ya Duduyan: Ji bo belavkirina rastiyê em berpirsyar in ku li pey pêxemberan herin. Di Qur’anê de kesên ku rastî û heqîqet belavkirine xwe muhtacî tu kesî nekirine û gotine:
اِنْ اَجْرِيَ اِلاَّ عَلىَ اللَّهِ اِنْ اَجْرِيَ اِلاَّ عَلىَ اللَّهِ
Di Sûretê Yasînê de jî hevoka
اتَّبِعُوا مَن لاَّ يَسْأَلُكُمْ أَجْرًا وَهُم مُّهْتَدُونَ
derbarê vê mijara me de pir manedar e.