Ha ji ber vê rastiya han nebêjin, “Ji ber te em vê belayê dikişînin” û minnetê nekin. Heqê xwe li min helal bikin û ji min re dua bikin. Hem jî rexnê li hev negirin, nebêjin: “Te wisa nekiriba, weha nedibû.” Mesela birayekî me, navê du-sê mirovên xwedî-îmze ji wan re gotiye, lê bi vê gotinê ew pîlana mufsidan ku yê gelek zat biavêtane belayê, piçûk kiriye û gelek ji wan xilas kirine. Ne ku zirar, belkî feyde jê çêbûye û bûye sebeb ku gelek kesên bêguneh ji vê belayê xilas bûne.
(Lem’alar: 407-408)
***
Ez ji birayên xwe rica dikim:
Bila ji ber gotinên xirab ku ji acizî û bêzarbûna rûhî, ji hessasbûnê û xapandina nefsê û ji şeytan û bêşuûriya hevalan çêdibin, ji hev nexeyidin û nebêjin, “Dev avête heysiyeta min, xîreta min tehemmul nekir.” Ez wan gotinên xirab ji xwe re digirim; bila we neêşînin. Ku hezar heysiyetên min jî hebin, ez wan ji bo hezkirin û semîmiyeta navbera birayên xwe feda dikim.
(Lem’alar: 405)
***